Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin 2022-12-11 09:56:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Federe ya Swîsreyê têkildarî pêşnûmepirsên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve wiha bersivand: “Em, geşedanên têkildarî îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî dişopînin.”    Çekên kîmyewî yên ku dewleta tirk li qadên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê bi kar tîne û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rojeva Parlamentoya Swîsreyê de ne. Konseya Federe ya Swîsreyê pêşnûmepirsên Parlamentera Parlamentoya Neteweyî ya Partiya Sosyalîst Claudia Friedl û Parlamenterê Partiya Kesk Nikolas Walder ên derheqê mijarên behsa xeberê bersivand.    ‘LI DIJÎ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ YE’    Bersiva Konseya Federe wiha ye: “Wezareta Karên Derve bi meqamên tirk re peywendiyên nêz didanin. Wezaretê, demildest fikarên xwe yên têkildarî êrişên hewayî yên ne li gorî şert û hiqûqa Neteweyên Yekbûyî (NY) anîn ziman. Bang li Tirkiyeyê hat kirin ku çi dibe bila divê rêz li berpirsyartiyên di çarçoveya hiqûqê de bigire û rê li ber kuştina sivîlan veneke. Swîsre ji bo piştevaniya bi aştî û ewlehiya herêmê, di gelek astan de xebateke çalak dike.    BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ   Herî dawî partnerên Swîsreyê geşedanên derheqê îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî de dişopîne. Bi taybet jî baweriya wê bi pozîsyona Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya li dijî van tawanbariyan tê.”