Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin 2022-12-11 10:46:06   COLEMÊRG - Girtiyê nexweş Tahir Gurdal 13 roj piştî tehliyekirinê jiyana xwe ji dest da. Kurê Gurdal, Bîrhat Gurdal da zanîn ku nexweşiya bavê wî ji wan hatiye veşartin û wiha got: “Ez dixwazim ku mirina bavê min bibe mirina dawî.”     Girtiyên nexweş ên ku berdana wan bi hincetên cuda tên astengkirin, yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Tahîr Gurdal (53) li gel ku nexweşê penceşêr bû jî bi salan di girtîgehê de hate ragirtin û 13 roj piştî berdanê jiyana xwe ji dest da. Gurdal, di sala 2014’an de li Gever a Colemêrgê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Geverê rastî îşkenceyên giran hat, dadgehê biryara girtinê da û şand Girtîgeha Tîpa F a Wanê.    Nêzî 4 meh berê teşhîsa penceşêra pişikê li Gurdal hate kirin. Ji bo tedawiyê jî şandin Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê. Ev demek bû Gurdal li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl bi awayekî kelemçekirî dihat tedawîkirin. Gurdal, 13 roj piştî ku cezayê wî hatiye taloqkirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gurdal, rojek piştre di 10’ê mijdarê de li Geverê hate definkirin.    DAYIK GURDAL: REWŞA WÎ PERÎŞE BÛ    Dayika Gurdal, Fehîme Gurdal derheqê mirina kurê xwe de axivî û wiha got: “Di pêvajoya qedexeyan de neheqî li kurê min kirin û bi awayekî derhiqûqî girtin. Gelek nexweş bû û bi salan ji ber wê nexweşiyê azab dikişand. Perîşe bûbû. Tevî vê jî nehat berdan. Kurê min li girtîgehê azab kişand û wisa mir. Tahir, bi destê zaliman hate kuştin.”    NEXWEŞIYA WÎ LI NEXWEŞXANEYÊ HÎN BÛN    Kurê Gurdal, Bîrhat Gurdal jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Dema bavê min li derve tu nexweşiyên wî nebûn. Bavê min nêzî salek bû nexweş bû. Rêveberiya girtîgehê û rayedaran têkildarî nexweşiya wî tiştek ji me re negotin. Bi hefteyan telefon venedikir. Karmendên girtîgehê jî digotin; ‘bavê we naxwaze bi we re biaxive. Dema salek piştre bavê min birin Amedê, em hîn bûn ku bi penceşêra pişikê ketiye. Parêzeran agahî dan ku bavê min birine Amedê. Piştî ku rewşa wî giranbûyî birin Amede. Li wir jî agahî nedan me. Heta haya me jê çêbûyî êdî dereng mabû.”   ‘EM Ê HIZÛRÊ NEDIN BER GIRTIYÊN SIYASÎ!’   Bi domdarî Gurdal wiha got: “ Ez 25 rojan li nexweşxaneyê li cem bavê xwe mam. Me gelek zehmetî kişandin. Dema dihat tedawîkirin jî piyên wî kelemçekirî bûn. Dema diçûm kantînê û dihatim, li ser min digeriyan. Cendirmeyên li ber derî digotin; ‘bavê te girtiyê siyasî ye, em ê hizûrê nedin.’ Zextekî giran li me dikirin. Me gelek caran daxwaza berdana wî kir lê ji ber ku girtiyê siyasî bû guh nedan. Bi hezaran girtiyên nexweş ên mîna bavê min hene. Min ev êş kişand qet nebe bila kesekê din nekişîne. Bila girtiyên nexweş bên berdan û mirina bavê min bibe mirina dawî.”   BANGA BERDANA GIRTIYÊN NEXWEŞ   Bahaddîn Balci ku 22 salan cîrantiya Gurdal kiriye jî bertek nîşan da û got ku divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Biraziyê Gurdal, Emrah Gurdal jî têkildarî mijarê wiha got: “Mamê min her tim li nexweşxaneyê bû. Hevdîtinên vekirî vediguherandin hevdîtin girtî û asteng dikirin. Li ser kurdî dianîn hevdîtina girtî. Nedikariya telefonê bigire. Dema li nexweşxaneyê jî nehiştin em biçin serdanê. Em naxwazin êdî kesek vê ezyatê bikişîne. Divê hemû girtiyên nexweş di zûtirin demê de bên berdan.”