Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin 2022-12-11 12:44:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî êrişên hêzên rejîmê jî li gelek bajarên Îran û rojhilatê Kurdistanê meş hatin lidarxistin.    Çalakiyên protestokirinê yên li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştî qetilkirina Jîna Emîn hatin destpêkirin di roja 83’yan de berdewam dikin. Duh li Sineyê gelek xwendekarên jin li dijî qedexeyan derketin kolanan û bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” meş li dar xistin. Hêzên rejîma Îranê jî êrişî xwendekaran kir. Hat ragihandin ku di encama êrişan de gelek xwendekar birîndar bûne.    Li bajarê Sineyê komeke çalakvanan li pêşiya mala Humen Abdullah merasîma bîranînê li dar xist. Her wiha Ferhat û Ferzad Tahazade ku birayên hev in, li bajarê Şînoyê hatin binçavkirin û dadgehê ji bo her du birayan biryara darvekirinê da.    Li bajarên Tehran, Îsfehan û gelek bajarên din ên Îranê jî meşên bêdeng hatin lidarxistin. Hêzên rejîmê êrişî çalakvanan kirin. Her wiha li gelek zanîngehan jî çalakiya boykotkirinê ya xwendekaran didome.