Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir 2022-12-11 15:56:36   WAN - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn di panela li Wanê de axivî û wiha got: “AKP’ê bi zîhniyeta ku dixwest wê bigire re anku bi dewleta kûr re li hev kir. Di vê çarçoveyê de jî heman polîtîkayên salên 90’î xistine meriyetê.”    Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li Wanê bi navê “Mafên mirovan” panelek hat lidarxistin. Panel, li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Wanê hat lidarxistin. Moderatoriya panelê Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Hamdî Bayhan kir. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, lêkolîner-nivîskar Prof. Dr. Fatma Gok û parêzer Umît Dede jî weke axêver tev li panelê bûn.    KESKÎN: EM JI SEDÎ 15 IN    Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn da zanîn ku di bingeha hemû pirsgirêkan de “qirkirin” heye û wiha got: “Li vir komkujiyek kirin û piştre jî îdeolojiya fermî ava kirin. Li ser vê xakê ewqas çand û nansame hene lê em qala komareke tirk-sunî dikin. Bi saya têkoşîna kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê têdikoşe, îro têkoşîneke cuda derketiye holê. Jêderka desthilatdarî û muxalefetê heman e û di gelek mijaran de li hev dikin. Em beşeke ji sedî 15 in ku di navbera kemalîst û îslamperestan de ma ne. Têkoşîna mafên mirovan bi sedsala ye tê domandin. Di salên 90’î de gundên kurdan dihatin şewitandin û mirov dihatin qetilkirin. Em wê demê pir bi tenê diman. Wê demê hemû biryar ji hêla milîtarîst û leşkeran ve dihatin dayîn. Niha jî AKP kirine dewlet. AKP’ê, bi zîhnniyeta ku dixwest wê bigire re anku bi dewleta kûr re li hev kir. Di vê çarçoveyê de jî polîtîkayên salên 90’î xistî meriyetê. Mafê xweîfadekirinê di salên 90’î de jî ewqas nedihat binpêkirin.”    REWŞA LI GIRTÎGEHAN   Bi domdarî Keskîn rewşa li girtîgehan weke “metirsîdar” pênase kir û wiha pê de çû: “Ji ber ku Garîbe Gezer li dijî van binpêkirinan derket, xistin odeyeke bisunger û xwestin bikujin. Derdora hezar û 900 girtiyên nexweş hene û rastî binpêkirinan tên. Anku ev mirov tên kuştin û wisa tehliye dikin. ATK li gorî daxwaza dewletê raporan dide. Duh jî girtiyekî nexweş jiyana xwe ji dest da.”    ‘MAFÊ PEWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ’   Akademîsyen Prof. Dr. Fatma Gok jî qala mafê perwerde û xweseriya akademîk kir. Gok, got ku “wekheviya firsendan a perwerdeyê” têgeheke xelet e û ev tişt anî ziman: “Mafê perwerdeyê, mafekî bingehîn e û mafê her mirovekî ye. Divê dewlet bêyî ku cihêkariyê bike perwerdeyê bide her kesî û bêpere bide. Divê naveroka perwerdeyê azadîxwaz be. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo vê erdnîgariyê pir girîng e. Divê ev cihêkariye teqez ji holê rabe. Divê serweriya zimanê serdest ji holê rabe û hemû kes bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne.”    ‘LI ÎMRALIYÊ TU PÎVAN Û QANÛN TUNE NE’   Parêzer Umît Dede jî di beşa “Girtîgehên Tirkiyeyê û tecrîd” de axivî û ev nirxandin kir: “Dema tecrîd tê gotin, ji ewilî şert û mercên birêz Abdullah Ocalan tên bîra her kesî. Aliyên îdeolojîk, hiqûqî û psîkolojîk ên tecrîda li ser birêz Ocalan hene. Girtîgeha bi tîpa F a ewil, ji ber birêz Ocalan xistin meriyetê. Niha jî girtîgehên bi tîpa S’yê xistin meriyetê û şertên girtiyên din jî dişibînin şertên birêz Ocalan. Hemû mafên birêz Ocalan hatin bisînorkirin û hevdîtinên bi malbat û parêzeran re qedexe kirin. Ev tevek jî bi awayekî derqanûnî kirin. Ji ber ku li dijî vê rewşê muxalefeteke xurt nayê kirin, ev rewş roj bi roj girantir dibe. Li wir guh nadin tu mewzûat, pîvan û qanûnan. Bêhiqûqtiya li Îmraliyê niha li hemû girtîgehan ketiye meriyetê.”    Panel, bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.