Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da 2022-12-11 23:45:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kampa Koçberan a Behirkê ya li Hewlêrê şewat derket û di encamê de zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da. Li Kampa Koçberan a Behirkê ya li Hewlêrê şewat derket. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da. Berdevkê Miduriyeta Agirkujiyê ya Hewlêrê Serkewt Kareş, daxuyand ku di şewatê de 5 konên penaberan şewitîne. Kareş, da zanîn ku di şewata derketî de kes birîndar nebûye, sedemê derketina şewatê hêj nehatiye zanîn û di şewatê de kesekî jiyana xwe ji dest daye. Li Kampa Behirkê koçberên ku ji Deşta Nînovayê û bajarê Selahaddîn hatine dijîn. Di kampê de di 21’ê îlonê de jî şewat derketibû.