Di encama darizandina 18 rojan de Mecîd Riza Rehneverd hate darvekirin 2022-12-12 10:37:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Pergala Îranê piştî darvekirina Mohsen Şekarî ya di 8’ê mijdarê de serê vê sibê ciwanê bi navê Mecîd Riza Rehneverd jî darve kir.    Çalakiyên ku li Tehranê piştî kuştina Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên Geşt e Îrşad ve ya di 16’ê îlonê de dest pê kirin, nêzî 3 meh in dewam dikin. Pergala Îranê ku bi guleberdana rast e rast nêzî 500 kesan kuştin, bi hezaran kes birîndar kirin û 18 hezaran kes binçavkirin, nikare çalakiyan serkut bike, ji ber ku beşdarî çalakiyan bûne dest bi darvekirina ciwanan kir ku “sûcê şer” kirine.    Piştî darvekirina Mohsen Şekarî yê 23 salî ya di 8’ê mijdarê de serê vê sibê ciwanekî din jî hate darvekirin. Li Meşhedê, ku navenda rêveberiya Eyaleta Xorasana Razevî ye, ciwanê bi navê Mecîd Riza Rehneverd li meydaneke ku komeke mirovan lê hate komkirin, hat darvekirin.    Di 17’ê mijdarê de li Kolana Heremelî ya Meşhedê du endamên Besicê (polîs) hatibûn kuştin. Îdianameya der barê Mecîd Riza Rehneverd ê ku di 24’ê mijdarê de bi hinceta tev li vê çalakiya ku polîs tê de hatibûn kuştin bûbû hatibû binçavkirin, di 29’ê mijdarê de hat qebûlkirin. Mecîd Riza Rehneverd li pêşberî kamerayan hate darizandin. Piştî şahidiniya polîs û çend kesan a li ser roja bûyer qewimîn, di encama darizandineke bilez de Mecîd Riza Rehneverd ê ji kuştina 2 kesan û birîndarkirina 4 kesan berpirsyar dihate dîtin, bi îdiaya “sûcê şer” kiriye cezayê darvekirinê lê hate birîn.    Dadgehê her wiha biryar da ku Mecîd Riza Rehnever li ber çavên mirovan li qadekê were darvekirin.    Piştî ku Dadgeha Bilind jî biryar pejirand, Mecîd Riza Rehneverd serê vê sibê li qadeke ku komeke mirovên Meşhedî lê hatin komkirin, hate darvekirin.    Peywîrdarên di saetên serê sibê de li malbatê geriyan, ragihandin ku Mecîd Riza Rehneverd piştî hate darvekirin hatiye veşartin.    Serdadgerê Xorasana Ravezî Xulamelî Sadeqî piştî înfazkirina cezayî, ji bo îstîxbarat, polîs û endamên darazê bilez tevgeriyan spasiyên xwe pêşkeşî wan kirin.