Polîsan li Wanê êrişî meşa li dijî tecrîdê kirin 2022-12-12 14:33:32 WAN - Gelê Wanê bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwest meşê li dar bixe. Polîsan êrişî meşê kir û herî kêm 40 kes hatin binçavkirin.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Parêzerên ji bo Azadiyê (OHD) û Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û polîtîkayên şer, li Wanê kom bûn û xwestin meşê li dar bixin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Parlamenterên HDP’ê Sezaî Temellî, Mûrat Sarisaç, Muazzez Orhan, Huseyîn Kaçmaz, Hasan Ozguneş, endam û rêveberên HDP û DBP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Beşekê girseyê li pêşiya Aydin Perîhan AVM’ê û du beşên din jî li her du aliyên Xaçerêya Ezbercîlerê kom bû. Dihat payîn ku her sê beş bigihin hev û ber bi TUHAD-FED’ê ya li Kolana Hunerê ve bimeşin.    DESTÛRÊ NADIN MEŞÊ    Piştî ku girse li pêşiya AVM’ê hatî ba hev, polîsan ketin û derketina hemû kolanan qedexe kir. Gelê bajêr jî bertek nîşanî dorpêça polîsan da û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Polîsan destûr neda ku girseya hatiye dorpêçkirin bimeşe. Piştre jî polîsan êrişî girseyê kir û zêdetirî 40 kes hatin binçavkirin. Girse hêj li bendê ye ku bimeşe.    BI BOMBEYÊN GAZÊ ÊRIŞ KIRIN    Koma ku li Xaçerêya Ezbercîlerê hatibû ba hev jî ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Welatiyên ku dixwestin tev li meşê bibin, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin û binçavkirin. Parlamenterên HDP’ê bertek nîşanî polîsan dan û xwestin ku rê were vekirin. Girseya gel hêj li cihê xwe ye û gelek kes jî li ketin kolanên bajêr û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin . Her wiha polîsan bombeyên gazê avêtin girseyê û guleyên plastîk lê reşandin. Jineke ku tev li meşê bûbû, di dema êrişê de ser hişê xwe çû. Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî jî wiha bertek nîşan da: “Hûn binçav dikin êdî çi dikin bikin lê destê xwe nêzî dayikan nekin.”    BAJÊR HATIYE DORPÊÇKIRIN   Cadeyên Cumhuriyet, Maraş û Kişlayê yên ku dê meş lê bihata lidarxistin û hemû rêyên ber bi van cadeyan ve diçin ji hêla polîsan ve hatibûn dorpêçkirin. Balkêş e ku helîkopter li ser bajêr pir nizm firiyan. Polîsên ku tevahiya kolanan girtin, GBT’ya her kesî kirin. Kolanên bajêr bi tevahî hatine dorpêçkirin û li pêşiya avahiyên HDP, DBP û hemû saziyên din jî polîs hatin bicihkirin.