Di Nobeta Edaletê de wê tecrîd were şermezarkirin 2022-12-12 14:53:25 STENBOL - Malbatên girtiyan ku dê  Nobeta Edaletê di 18’ê mijdarê de bi meşeke girseyî bi dawî bikin, ji bo meşa ku dê balê bikişînin ser tecrîda girankirî banga tev li bûnê kir.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Malbatên girtiyan, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (Marmara TUHAY-DER), Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) û Komeleya Lêkolînên Zimanê Kurdî têkildarî meşa girseyî ku dê di 18’ê kanûnê saet 15.00’an de li navçeya Kadikoyê were lidarxistin daxuyanî dan. Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatin şewitandin dabûn destpêkirin wê bi vê meşê bi dawî bibe. Di daxuyaniyê de pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hate vekirin de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.    BERTEK NÎŞANÎ CPT’YÊ DA   Yek ji malbata girtiyan Kûmrî Akgul a di daxuyaniyê de axivî, bi bîr xist ku piştî  mirinên li girtîgehan çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê di 2’yê sibatê de dane destpêkirin. Akgul, qala tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û wiha got: “Heta ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ranebe em hemû jî dê di bin tecrîdê de bin.” Akgul, bal kişand ku bi mehane agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin, bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê kir û got: “Te got ‘Ez hatim ez ê biçim Îmraliyê’. Te çima Ocalan nedît? Heta ku em agahiyê ji Îmraliyê bigirin em ê li ser piyan bin. Înfaza girtiyên nexweş dişewitînin. Sedemê wê jî tecrîda li Îmraliyê ye. Heta ku tecrîda li Îmraliyê ranebe tecrîd jî ranabe.”   BANG LI MALBATÊN GIRTIYAN KIR   Akgul, diyar kir ku girtiyên nexweş an nayên dermankirin an jî bi kelemçe tên dermankirin, Tahîr Gurdal ê piştî 13 rojan înfaza wî hate taloqkirin jiyana xwe ji dest da bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Em dayik em ê van kelemçeyan, tecrîdê bişikînin. Em dibêjin ‘Edalet’ ew dibêjin ‘Şer’. Em hemû li malên xwe rûdinin. Berpirsyarên cenazeyên ji girtîgehan derdikevin em in. Em bang li dayikên girtiyan dikin. Rabin ser piyan. Îro belku zû ye lê sibê dibe ku bibe dereng. Piştî ku ji girtîgehan cenaze derketin feydeyê rabûna ser piyan nîne.”   ‘EM ÇALAKIYA NOBETÊ BI DAWÎ DIKIN’    Akgul, ji bo meşa girseyî ku dê di 18’ê kanûnê de were lidarxistin bang kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dibe ku em Nobeta Edaletê bi dawî bikin lê heta ku edalet were em ê vê têkoşînê bidin şopandin. Çawa bibe bila bibe, li ku be bila bibe em dayik em ê li ser piyan bin.”   JI BO MEŞÊ BANG KIR   Yek ji malbatên girtiyan Fînce Akman jî bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Tundiya li Ocalan tê kirin li me hemûyan tê kirin. Em vê tundiya tecrîdê qebûl nakin.” Akman a pirsên “Çima hûn înfaza zarokên me dişewitînin? Çima hûn cenazeyên zarokên me nadin?” pirsîn, anî ziman ku dest ji Nobeta xwe ya Edaletê bernedane wê têkoşîna xwe bi rêbazeke cuda bimeşînin. Akman, ji bo meşa ku wê li Kadikoyê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û girtiyên din bê lidarxistin banga tevlibûnê kir.    BMG: EM LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊBIKOŞIN   Hevberdevka BMG’ê Muruvvet Kuçuk jî diyar kir ku hewl tê dayîn rejîma înfaza li girtîgehan û tecrîda li Îmraliyê li civakê were belavkirin û bi gotina “Têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê û girtîgehên din, di rastiyê de têkoşîna li dijî hucreyên hewl tê dayîn li derve bê avakirin e. Ji bo li derve û hundir hucreyan hilweşînin û tecrîda li girtîgehan em bişkînin werin em bi hev re têbikoşin” ji bo meşa ku dê di 18’ê kanûnê de were lidarxistin banga tevlibûnê kir.