Cenazeyê endamê HPG’ê Tok piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin 2022-12-12 19:35:27     ŞIRNEX - Cenazeyê endamê HPG’ê Mucahît Tok ku 5 meh beriya niha di şer de jiyana xwe ji dest dabû, radestî malbata wî hat kirin.   Li herêma Kato Jîrkayê ya navçeya Elkê ya Şirnexê di 4’ê Tîrmehê şer rû dabû. Di vî şerî de endamê HPG’ê Mucahît Tok jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Tok li "goristana bêkesan" a li Şirnexê hatibû definkirin. Piştî kifş bûna encama testa DNA’yê malbatê cenazeyê Tok ji "goristana bêkesan" wergirt û ew anî li Goristana Başakê ya navçeya Sîlopiyayê veşart.    Hat ragihandin ku nehatiye giştin ku mela li ser cenaze nimêjê bike û terqînê bixwîne. Cenaze bê nimêj di bin dorpêça polîsan de hat definkirin.