Li Zanîngeha Mûnzûrê sîxurtî li Xwendekaran tê ferzkirin 2022-12-12 21:58:57   DERSIM - Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ku polîs sîxirtiyê li wan ferz dikin, têkildarî mijarê li ÎHD a Şaxa Dersimê daxuyanî dan.    Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ku polîs sîxurtiyê li wan ferz dikin, têkildarî mijarê li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Dersimê daxuyanî dan. Rêveberên ÎHD'ê û gelek xwendekar tev li daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê Hevserokê ÎHD'ê ya Şaxa Dêrsimê Gurbuz Solmaz axivî.  Solmaz da zanîn ku di demên dawî de li Dersimê ferzkirina sîxurtiyê zêde bûye û got: "Mixabin dewletê ev yek li Dersimê veguherandiye polîtîkayekê. Em dixwazin ku dest ji van tevgerên biçûkxistinê û binpêkirina rûmetê bên berdin."   Li ser navê xwendekarên Zanîngeha Munzurê Mûrat Aydin metna daxuyaniyê xwend. Aydin, da zanîn ku alozî û polîtîkayên antîdemokratîk ên li hemberî xwendekarên zanîngehê tên afirandin kûr bûne û li hemû qadên jiyanê belav bûne. Aydin got: “Em li hemberî zext, gef, taciz û sîxurtiyê hewl didin.  Xwendekarên welatparêz li kampusê û qadan in. Em sîxurtiya li hevalên me tê ferzkirin û gefên li wan tön xwarın radigihînin û van polîtîkan eşkere dikin.    Di demên dawî de hevalên me tên taczikirin û ji ber ku hevalên me hevdîtina bi wan re qebûl nakin gef li wan tên xwarin û tên nerihetkirin. Rejîma qesrê ferq kiriye ku dizane dê biçe, lewma li hemberî têkoşîna me ya birêxistinkirî bi hovîtî û ferzkirina polîtîkayên sîxurtiyê û asîmîlasyonê tevdigere. Û difikire ku wê bi êrîşên xwe me çavtirsandî bike. Hewldana wan bi ser neketiye. Em ê tevî ev qas polîtîkayên çewisîner jî bi wê hêza xwe ya ku me ji dîrokê girtiye li ber xwe bidin."