Dewleta tirk li Rojava 16 dibistan bombebaran kir 2022-12-13 08:59:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 16 dibistan hatin rûxandin û li van dibistanan ji bo perwerdeyê navber hate dayîn.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 19-20’ê mijdarê heta niha bênavber didomin. Dewleta tirk di êrişên xwe de li gel dibistan, nexweşxane û saziyên sivîl, her wiha binesaziya herêmê jî hedef digire. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Herêma Firatê ji ber êrişên dijwar ên dewleta tirk, ji 461 dibistanên li Kantona Kobanê li 16’an jê yên li nêzî eniyên şer navber da perwerdeyê. Her wiha hat ragihandin ku dibistana li gundê Koranê ya li rojhilatê Kobanê bi tevahî hatiye hilweşandin.    Lijneya Perwerdeyê, da zanîn ku di encama êrişên dewleta tirk de dibistanên gundên Bexdik, Xan, Qeremox, Cêşan, Werbîsan, Elîşar, Zormixar, Çariqlî, Zorava, Sivtik, Korelî, Ziyaret, Boban, Beyade û Çilxiloyê hatine hilweşandin.    Hevserokê Desteya Perwerde û Hîndekariyê yê Herêma Firatê Bekir Cerade da zanîn ku alternatîfek di destê desteya wan de nîne ku pêvajoya perwerdeyê bidomînin û diyar kir ku zelal nîne bê ka dê dibistan kengî bên vekirin.