ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-13 09:00:35   * Halît Înan ku di mala wî de 8 kes bi guleya dewletê hatine qetilkirin anî ziman ku ew êşên xwe nikare bi gotinan vebêje û wiha got: “Heta ku dilopeke xwînê di laşê min de hebe, ez ê dev ji tekoşîna xwe bernedim. Dewletê kuştin. Heta ku ji destê min tê jî ez ê ji wan dozdar bim."   * Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê ku li girtîgehê hevdîtin bi girtiyên nexweş re kiriye, got ku girtiyên nexweş nikarin dermanên xwe peyda bikin û rastî lêgerîna li hundirê dev jî tên.    * Erdal Tûncel ku roja hat berdan ji ber dosyeyeke din cardin hat girtin, înfaza wî bi hinceta ku "av û ceryan zêde xerc kiriye" 3 mehan hat taloqkirin.    * Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê anîn ziman ku di warê şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bibiryar in û wiha got: "Çawa ku me li dijî hemû blokên faşîst pêşengtiya berxwedanê kiriye, em ê di warê şikandina tecrîdê de jî pêşengtiyê bikin."    * Ji bo 24 karkerên ku di înşeata mizgeftê de birîndar bûbûn, dest ji giliya xwe berdin 4 qatê meaşê kêm pêşniyazî wan hat kirin. Kifş bûbû ku mizgefta navbirî bi awayekî qaçax tê çêkirin û ji ber vê ketibû ber lêpirsînê. Lê çendî ku pêvajoya darazî didome jî, çêkirina mizgeftê bi daxwaza Erdogan didome.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 645’emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza derbarê 18 HDP’î û rojnamevan Zekîne Turkerî de hatiye vekirin wê li 49’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê were lidarxistin. (09.40)   * Danişîna ewil a derbarê endam û rêveberên Komeleya Çavdêriya Koçê (GOÇÎZDER) de hatiye vekirin wê li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were lidarxistin. (10.00)   * Di Lijneya Giştî ya Meclisê de wê budçeya 2023’yan a Serokkomariyê û saziyên girêdayî wê dê were nîqaşkirin. (11.00)    * Danişîna derbarê 11 endamên DÎAY-DER’ê de hatiye vekirin wê li 34’emîn Dadgeha Cezayê Giran were dîtin. (11.15)   * Ji ber Hefteya Mafên Mirovan wê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. (12.30-19.00)   * Têkildarî hedefgirtina TTB’ê li gelek bajaran daxuyanî dê bên dayîn. (12.30)    * Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Îzmîrê dane destpêkirin wê li ber Edliyeya Bayrakliyê berdewam bike. (13.00-15.00)