Erdal Eren hê jî 17 salî ye: Zîhniyet neguheriye 2022-12-13 10:33:50   ENQERE -  Bi ser darvekirina Erdal Eren ê ku temenê wî hatibû mezinkirin û bidarvekirin re 42 sal derbas bû. Darvekirina Eren sepanên 12’ê Îlonê bi kurt û kurmancî radixe ber çavan û li gel 42 sal derbas bûn jî zîhniyet neguheriye.    Di ser darvekirina yek ji remza berxwedana li dijî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê Erdal Eren re 42 sal derbas bûn. Temenê Eren hatibû mezinkirin ku wî bidarve bikin. Eren ê ku di 25'ê Îlona 1964'an de li navçeya Şebînkarahîsar a Gîresûnê ji dayik bû, dema ku tê binçavkirin û bidarvekirin temenê wî 17 salî ye. Ji bo darvekirina wî temenê wî tê mezinkirin. Eren xwendekarê Lîseya Pîşeyî ya Yapiyê ya Enqereyê, bi Partiya Komunîst a Şoreşger a Tirkiyeyê-Rêxistina Avakirinê dest bi têkoşînê kir, piştre bi Komeleya Ciwanên Şoreşgerên Welatparêz (YDGD) û Yekitiya Komunistên Ciwan ên Tirkiyeyê (TGKB) dewam kir.    Eren ê ku di çalakiya 2'yê Sibata 1980'an de ji bo şermezarkirina qetilkirina xwendekarê Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn Sînan Suner di 30'ê Çileya 1980'an de ji aliyê parastvanê Wezîrê MHP'ê Cengîz Gokçek Suleyman Ezendemîr ve hat lidarxistin de di nav de 24 kes hatin binçavkirin. Di çalakiyê de 24 kes hatin binçavkirin û Eren bi îdiaya ku di xwepêşandanan de leşker Zekeriya Onge kuştiye hat girtin.   BI LEZÛBEZ BIRYARA DARVEKIRINÊ    Eren bi awayek formalite hat darizandin û bi lezûbez di 19’ê adara 1980’î de mehkûmî darvekirinê hat kirin. Biryara darvekirina Eren ewilî hat xera kirin paşê îtîraz hat kirin û li Dadgeha Bilind jî ew ceza hat xerakirin.    CEZA DU CAR XERABÛ LÊ DÎSA ERÊ KIRIN    Biryara xerakirina cezayê darvekirinê li ser îtîraza dozger hat xera kirin û pişt re biryara darvekirinê ji aliyê KOnseya Ewlehiya Millî ve hat erêkirin û Eren di 13’ê kanûna 1980’î de li Girtîgeha Ûlûcanlara Enqereyê hat bidarvekirin. Tevî kampanya û çalakiyên li seranserî dinyayê hatin lidarxistin jî Eren hat bidarvekirin.    JI MIRINÊ NETIRSIYA   Eren 16 saet beriya bidarvekirinê rojnamevan Savaş Ay û Emîn Çolaşan serdana wî dikin û ji wan re dibêje nehiştine ku bi parêzerên xwe re hevdîtin bike, ew ji 18 salî biçûktir e û temenê wî hatiye mezinkirin û li gel ku ne wî leşker kuştiye jî dixin stûyê wî û her çiqas wî bi darve bikin jî lê ew ji mirinê natirse.    EREN KIRIN QURBANÊ LEŞKER    Yên u biryara darvekirinê dan lê tu lêkolînên pêwîst nekirin. Li şahidan nehat guhdarkirin tenê li leşkeran hat guhdarkirin. Li gel ku di kuştina leşker de gelek nakokî hebûn jî nehatin lêkolînkirin û Eren kirin qûrbanê vî leşkerê kuştî.    27 SAL ŞÛN VE ÎTÎRAF    Yek ji endamên 3'yemîn Daîreya Dadgeha Cezayê Giran Albay Ahmet Turan ê teqawîtbûyî piştî 27 salan derbarê bêhiqûqiya wê demê de îtîraf kir û anîbû ziman ku ew leşker ne ji aliyê Erdal Eren ve hatiye kuştin.    NAMEYA WÎ YA DAWΠ   Eren beriya were bidarvekirin nameyek ji malbata xwe re dişîne û ew di nameyê de dibêje, “Ez dikarim bi zelalî bêjim moralê min pir baş e û tirsa min ji mirinê nemaye. Ez baş dizanim ku ev bi îhtîmaleke mezin wê bibe sedema mirinê. Li gel vê jî ez neketim nava tirs, tirsandin û reşbîniyê. Ez bi beşdariya xwe ya şoreşê û şoreşgeriya xwe serbilind im. Netirsandina min hêza xwe ji gel û şoreşê digire. Helbet dixwazim li jiyanê bim û ji bo şoreşê têbikoşim. Lê belê heke mirin derketibe hemberî min, lewma ez natirsim, divê ez bi ceserat pêşwazî bikim. Wek ku hûn dizanin ev cezayê ku dane min ne ji ber wê îdiaya ku tê gotinê ye. Dixwazin bi vê darvekirina min peşkê li têkoşîna me bixin. Ev ceza li dijî rêgezên hiqûqa wan e û hiqûqê binpê kirine.”    FERASET NEGUHERÎ YE    Her çiqas bi ser darvekirina Eren ku piştî darbeya 12’ê Îlonê pêk hat ve ewqas sal derbas bûn jî lê ne zîhniyeta kesên biryara darvekirina Eren derxistin û ne jî zîhniyeta darbekarên wê demê hatiye guhertin. Îro jî wek wê demê bi hezaran kes girtî ye û niha ne cezayê darvekirinê lê cezayên heta hetayê yên girankirî li mirovan hatiye birîn. Bi hezaran girtiyên siyasî di girtîgehan de tên ragirtin.    ‘ÎRO QANÛN JÎ TÊN PAŞGUHKIRIN’    Parêzerê Eren, Îsmaîl Samî Çakmak wiha got: "Dema em li hiqûq û pêkanînan dinêrin rojên ku dişibin serdema 12'ê Îlonê îro jî li pêşberî me ne. Belê di 12’ê Îlonê de hiqûq nebû lê bel3e qanûn hebûn. Îro qanûn jî tên paşguhkirin. Heke mirov bibêje ku şert û mercên 12’ê Îlonê ji şert û mercên îro baştir bûn, wê ne zêde be. Min bêhiqûqiya ku îro diqewime di 12ê Îlonê de jî nedît ku qewimî. Îro dozger karê xwe nakin, berovajî vê yekê karên xwe xerab dikin. Di 12ê îlonê de herî kêm me dikaribû dozgerek an jî dadgehek ku bi me re têkilî daynin bibînin. Niha em nikarin wan jî bibînin.”    MA / Zemo Aggoz