Nobeta Edaletê di roja 645’an de didome 2022-12-13 12:34:46   RIHA – Malbata Şenyaşar ku çalakiya Nobeta Edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Gel bi me re ye, wijdan bi me re ye, hemû rêxistinên hiqûqê bi me re ne.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana Malbata Şenyaşar a li Pirsûs a Rihayê kir. Di encama êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adadra 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 645’an de berdewam kir. Dayika Emîne ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî tev li nobetê bibe û Ferît Şenyaşar nobetê didomîne.    'GEL Û WIJDAN BI ME RE NE’    Ji ber ku polîsan destûr nedan malbat pankarta xwe bi bariyeran ve daliqîne, Ferît Şenyaşar pankart hilayîste wesayîta xwe û nobet domand. Malbatê, têkildarî çalakiyê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Dibe ku kesên komkujî pêk anîn xwe li pişt hêza siyasî veşêrin û bihêz xuya bikin. Li dijî vê; gel bi me re ye, wijdan bi me re ye, rêxistinên hiqûqê bi me re ne. Hêza siyasî demkî ye lê dewlet û gel her tim hene. Nobeta me ya edaletê di roja 645’an de ye...”