Nîjadperestan êrişî avahiya HDP’ê ya Keçîorenê kirin 2022-12-13 14:12:38   ENQERE – Hin kes an jî kesên nîjadperest êrişî avahiya HDP’a Keçîorenê kirin û li ser dîwarên wê gotina faşîstan a “Çi dilşad e yê ku dibêje ez tirk im” nivîsand.    Hinek kes an jî kesên faşîst ku nasnameya wan nehat tespîtkirin, şevê din êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Keçîroren a Enqereyê kirin. Di êrişê de nîjadperestan ziyan da alayên HDP’ê, paceyên avahiya partiyê şikandin û êriş îro jî domandin. Di êrişê de li ser ketina avahiya partiyê de gotina nîjadpetestan a “Çi dilşad e yê ku dibêje ez tirk im” nivîsandin.    Ji ber ku kamerayên avahiya partiyê nedikişand, nehat zanîn bê ka êriş ji hêla kê ve hatiye kirin. Li ser giliyê HDP’iyan, komên polîsan hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin.