Di doza ku 19 kes tên darizandin de dozger dê mutalaayê amade bike 2022-12-13 15:04:14   STENBOL – Endama MYK’a HDP’ê Elîf Bulut û rojnameger Zekîne Turkerî jî di nav de, di doza 19 kes tê de tên darizandin de dozger dê mutalaayê amade bike.    Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Elîf Bulut û rojnameger Zekîn Turkerî jî di nav de, derheqê 19 kesan de bi îdiaya “muxalefet li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 49’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Bunyamîn Tacar, Oktay Urak, Ramazan Utku, Elîf Bulut û Ramazan Utku û endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Ferdî Yamar di danişînê de amade bûn.    MAFÊ MAKEQANÛNÎ YE    Tacar di danişînê de axivî û ji bo bikaranîna mafê xwe yê makeqanûnî tev li çalakiyê bûye lê hêj ev mafê xwe bi kar ne anî ji hêla polîsan ve hatiye binçavkirin. Parêzer Yamar jî got ku di halê hazir de tiştekî ku bibêjin nîne û heke mutalaa hate dayîn dê parastina xwe bikin. Yamar, diyar kir ku dozgereke din derheqê vê dosyayê de biryara neşopandinê dabû lê tevî vê yekê jî dosya veguheriye dozê û xwest ku bizane bê ka bandora wê biryarê li dosyayê kiriye yan na.    DÊ MUTALAA WERE AMADEKIRIN    Dadger, got ku biryara neşopandinê bandor li dosyayê kiriye. Dozger jî xwest ku ji bo amadekirina mutalaayê dosya jê re were şandin.    Dadgehê, biryar da ku ji bo amadekirina mutalaayê dosya ji Serdozgeriya Komarê re bê şandin û danişîn taloqî 14’ê adarê kir.