ÎHD'ê serdana Dayikên Aştiyê kir 2022-12-13 19:58:38   ÎZMÎR - ÎHD a Şaxa Îzmîrê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan, serdana Dayikên Aştiyê û malbatên ku Nobeda Edaletê digirin, kir.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê, bi boneya Hefteya Mafên Mirovan serdana Dayikên Aştiyê û malbatên ku Nobeda Edaletê digirin, kir. Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdan û rêveberiya ÎHD'ê ya Şaxa Îzmîrê tevlî serdanê bûn.    Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal ku di serdanê de axivî, diyar kir ku dayik doza aştiyê dikin û li dijî şer in. Bîrdal bilêv kir ku desthilat ji dayikan ditirse û wiha got: "Hûn dayik û jin, we bi piştevaniya nasnameyên cuda û gelan Şoreşa Rojavayê pêk an. Li Îranê piştî ku rejîma paşverû ya Îranê Jîna Emîniyê qetil kir, hemû jin rabûn ser pêyan. Dibêjin 'jin, jiyan, azadî.' Ev pêl bi pêl belav dibe û ji vê pêlê ditirsin. Ji lew re ev pêl, pêlek e ku li nava tevahiya mirovahiyê belav dibe û şerê ji bo aştiyê ye, şerê ji bo edaletê, mirovahî û biratiyê ye."    Bîrdal bal kişand ser êrişên ku ji 17'ê Nîsanê ve li Zap, Avaşîn û Metînayê didomin û got: "Duh dîsa 8 zarokên vî welatî li Metînayê jiyana xwe ji dest dan. Em naxwazin kes bimire. Dayik jî ji bo vê Nobeda Edaletê digirin."    ‘EM Ê LI BER XWE BIDIN'   Paşê Dayika Aştiyê Peyrûze Kûrt axivî. Dayik Kûrtê ew hêvî dikin ku êdî tabût ji girtîgehan dernekevin û û kes li goristanên bêkesan li hestiyan negerin. Kûrtê got ku heya heqê xwîna zarokên xw enegirin dê li qadan bin û li ber xwe bidin. Dayik Kûrtê bikaranîna çekên kîmyewî jî şermezar kir û got: "Ev di kîjan heq û hiqûqê de heye? Em dayik in, dilê me dişewite. Her tiştî înkar dike, dê dawiya wî bibe ya Seddam. Dê kirinên wî dawiyê lê bînin."