Cenazeyê Suer di bin dorpêça polîsan de hate veşartin 2022-12-14 08:49:06   RIHA - Cenazeyê Hediya Suer a di şerekî li herêma Çiyayê Bagokê derketî de jiyana xwe ji dest dabû û piştî 5 mehan radestî malbatê wê hate kirin li navçeya Wêranşarê hate veşartin.    Cenazeyê Hediye Suerê (Arjîn Xwînda Gabar) ku di 27'ê Tîrmehê de li Çiyayê Bagokê yê li navçeya Nisêbînê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 5 mehan radestî malbatê hate kirin. Piştî encama testa DNA'yê diyar bû, malbata Suerê duh çû cenazeyê keça xwe ji Goristana Bêkesan a li navçeya Artûklû ya Mêrdînê wergirt û anî navçeya Wêranşar a Rihayê. Cenazeyê Suerê li Goristana Yenî ku liser rêya Serêkaniyê ye hate veşartin. Polîsan destûr neda ji bilî ferdên malbatê kes tev li merasîma veşartina cenaze bibe. Cenaze di bin dorpêça polîsan de hate veşartin.