Bi biryara dadgeriyê kameraya veşarî li komeleyê hatiye bicihkirin 2022-12-14 09:04:12   EDENE - Di lêpirsîna der barê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de, dozger bi kameraya veşarî û amûrên guhdarîkirinê yên ku bi biryara dadgeriyê li avahiya komeleyê bi cih kirine, hemû xebatên komeleyê wekî delîlên sûcî hesibandine.    Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de, ya bi îdiya "endamtiya rêxistinê" û "xebatên li ser navê rêxistinê" ya der barê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de, di 27'ê Hezîranê de li Edene, Mêrdîn, Mêrsîn, Wan û Amedê polîsan avêtibû ser malan. Di avêtina ser malan de Cîgira Şaredariya Seyhanê Parêzer Fûnda Bûyrûk, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Edeneyê Hêlîn Kaya û Mehmet Karakiş û endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ahmet Yildiz jî di nav de 37 kes hatibûn binçavkirin. Kesên binçavkirî di 7'ê Tîrmehê de sewqî edliyeyê hatibûn kirin. Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê Îlyas Arzû, Ayşe Irmak, Mehmet Sarûhan û Mûrat Gurbuz hatibûn girtin û 33 kes jî bi şertê kontrolkirina edlî hatibûn berdan.    DER BARÊ 24 KESAN DE ÎDIANAME   Dozgeriyê ku lêpirsîna xwe temam kir, der barê 13 kesan de biryara neşopandinê û der barê 24 kesan de jî (Abdûllah Ayav, Ahmet Akdogan, Ahmet Yildiz, Ayşe Irmak, Emetûllah Akçara, Enver Guler, Evîn Ozbay, Fûnda Bûyrûk, Hêlîn Kaya, Îlyas Arzû, Jiyan Aslan, Jiyan Savci, Mahsûm Ûzûn, Mazlûm Gok, Mehmet karakiş, Mehmet Sarûhan, Mehmet Emîn Solmaz, Mehmet Saît Dîkmen, Mûrat Gurbuz, Sever Ûzûn, Sûat Ekîn, Şîlan Tûgra, Şîrvan Aksoy, Vakkas Dûrgût) bi îdiaya "endamtiya rêxistin", "propagandaya rêxistinê", "beşdariya li civîn û xwepêşandanên li dijî qanûnê", "xitimandina trafîkê" û "kirîna çek û fîşekên bêruxset û peyda kirina wan" îdianame amade kir. Îdianameya 436 rûpelî ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 11'an a Edeneyê ve hat qebûlkirin. Doza ewil a danişînê dê di 13'ê Adarê de bê lidarxistin.    Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku bi hinceta biryara bi dîroka 10.02.2022'yan a Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 3'yan a Edeneyê û gumanbar Mehmet Sarûhan li komeleyê kamerayên veşarî û amûrên guhdarîkirinê hatine bicihkirin. Li gor kameraya veşarî û amûrên guhdarîkirinê yên li komeleyê hatine bicihkirin hemû xebatên komeleyê wekî delîlên sûcî hatine hesibandin.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen