Dadgeha Bilind cezayê ku li rojnamevan Guleş hatibû birîn xera kir 2022-12-14 09:04:59   AMED - Dadgeha Bilind, 3 sal û meh û 15 roj cezayê ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" li rojnamevan Mehmet Guleş hatibû birîn, xera kir.    Di 3'yê Gulana 2017'an Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de, ji ber belavkirina nûçeyan ên li ser medyaya dîjîtal bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 3 sal û meh û 15 roj ceza li rojnamevan Mehmet Guleş hatibû birîn. Dadgeha Bilind, cezayê ku li Guleş hatibû birîn xera kir.   Piştî ku rêya îtirazkirinê hatibû vekirin, Guleş ji bo vî cezayê ku Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Xarpêtê lê birîbû serî li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê dabû. Lê piştî ku Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê jî ceza pesend kiribû, Guleş serî li Dadgeha Bilind dabû.    Dîareya Ceza ya 3'yan a Dadgeha Bilind, biryara dadgeha herêmî vekoland û biryar da ku cezayê hatiye birîn zêde ye û cezayê hatiye birîn xera kir.    Rojnamevan Guleş ku biryara Dadgeha Bilind nirxand wiha got: "Nûçe û wêneyên ku min belav kirin hem jî di çarçoveya mafê agahîwergirtinê yên raya giştî de bûn. Yek ji parvekirinên ku bûye sedema ceza jî têkildarî salvegera komkujiya Roboskiyê bû. Her wiha hevdîtinên min ên bi rêya telefonê yên bi çavkaniyên nûçeyan re jî kirine hincet ji bo cezakirinê. Kiryar li derve ne, lê nûçeyên ku min belav kirine sûc hatine hesibandin. Ev nayê qebûlkirin. Helbet di vê heyamê de tu hêviyeke min a ji bo biryareke hiqûqî tune ye. Jixwe Dadgeha Bilind jî cezayê hatiye birîn ji ber azadiya fikr û ramanê xera nekiriye, tenê gotiye cezayê hatiye birîn li gorî parvekirinan giran e. Li vir tişta diviyabû bihata kirin, parastina azadiya fikr û ramanê bû, lê mixabin me ev yek di biryara Dadgeha Bilind de nedît."