Atlig ku 30 salan girtî bû: Em bi saya israra xwe ya di jiyana azad de li ser pêyan man 2022-12-14 11:40:50 STENBOL - Yilmaz Atlig ku 30 salan di girtîgehê de ma û girtîgehê weke qada berxwedanê pênase dike, got ku tevî zextên teslîmgirtin û îrade şikandinê jî bi saya israra xwe ya di jiyan azad de xwe li ser pêyan girtine.    Girtiyên ku di salên 90’î de li Kurdistan û Tirkiyeyê di temeneke ciwan de tev li têkoşîna şoreşgerî bûyîn, hatin binçavkirin, bi sedemên siyasî li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (MGK) hatin darizandin û cezayên muebbetê lê hatin birîn. Ev girtî, piştî 30 salên girtîgehê êdî tên berdan. Yek ji van girtiyan jî Yilmaz Atlig (51) e ku di 9’ê cotmehê de ji Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê hate berdan. Di pêvajoya 30 salên girtîgehê de Atlig li gorî rêzê li girtîgehên Xarpêt, Bartin, Amed, Erzirom, Sêrt, Mûş, Bayburt, Duzce û herî dawî jî li Tekîrdagê ma.   Atlig ku li dijî îşkence û binpêkirinên giran tevî hevalên xwe berxwedaneke bêhempa raber kir, têkildarî pêvajoya 30 salên girtîgehê bi ajansa me re axivî.    BI SERÊ XWE QADEKE BERXWEDANÊ YE    Atlig,  pêvajoya 30 salên xwe yên girtî weke pêvajoya berxwedanê pênase kir û wiha got: “Mîna jiyana li derve, li girtîgehan jî cîhaneke hestan a êş, xeyal û coşê heye. Lê belê qadeke wisa ye ku gelek derfet hatine bisînorkirin. Weke girtiyên siyasî em, girtîgehan weke qadeke bi serê xwe ya berxwedanê dibînin. Ji roja dewletên modern hatine avakirin heta niha girtîgeh her tim weke qadeke taybet hatiye destgirtin. Ji xwarinê heta vexwarinê, di her aliyan de derfetên heyî tên bisînorkirin. Rêveberên girtîgehê bi feraseta ‘hema bila nemirin temam e’ nêz dibin.    ARMANCA WAN TESLÎMGIRTIN E   Girtî, di her kêliya li girtîgehê de têkoşîna îradeyê didin. Girtîgeh, nûnertiya zîhniyeta îktîdarê dikin û mebesta wan ew e ku îradeya girtiyan teslîm bigirin. Di her kêliya 24 saetan raste rast bi ser mirov de nayên. Carnan raste rast bi ser we de tên û gelek caran teslîmiyetê ferz dikin. Carnan bi rêbaza îşkenceyê û carnan jî bi rêbazên nerm hewl didin vîna we bişikînin. Lê tu rêbazên wan ên ji bo qelskirin an jî şikandina îradeyê bi ser neketin. Dixwazin bi rêya girtîgehan bi mejiyê mirov bilîzin, îradeya mirov bişikînin, mîna miriyekî li mirov bikin û piştre jî teslîm bigirin. Tevahiya lijneyên têxin meriyetê bi vê mebestê tên avakirin.    PÊŞVEÇÛNA LI SER XETA JIYANA AZAD   Daxwaza jiyana azad, seknekî li dijî her tiştekî ye. Ev sekn, herî zêde jî li girtîgehan biwate ye. Girtîgeh çiqas bixwaze te bikuje û bixwaze te teslîm bigire jî, tu dibêjî ‘na’ û destûrê nadî. Seknekî berevajî wê li dijî wê heye. Tu dibêjî; ‘çi dibe bila bibe, tevî hemû îşkence û bisînorkirinan jî ez ê azad bijîm.’ Ev yek ji xwe di me de çandek, kok û ruhek e. Pêşengên vê çandê hene. Ya ku bi qasî ji destê me tê em dikin jî, xwedîderketina li wê xetê ye. A rast me tiştekî wisa neafirand lê bi qasî ku ji destê me hat li ser rêya kesên digotin ‘berxwedan jiyan e’ meşiyan.    JI BO KU EM DILŞAD BIBIN SEDEMEK E    Me ji hevalên ku 30 salan di girtîgehê de mayîn û têkoşîna azadî û aştiyê meşandin û piştre jiyana xwe ji dest dayîn gelek hêz girt. Her sal dema em wan bibîr tînin, nav û dîmenên wan tên bîra me û dibêjin; ‘ew bi te re ne, ew hêzeke mezin didin te.’ Bi vê yekê re hêz didin berxwedana te. Di hemû serdemên ku gel rabûya ser pêyan û serî hilda ye, me digot; ‘ev berxwedana me ye, ji bo ku dilşad bibin sedemeke’ û vê yekê em pir motîve dikir.    JIYANEKE LI SER BINGEHA KOMUN Û HEVALTIYÊ   Yek ji tiştên sereke ya li girtîgehê, jiyana komunal û hevaltî ye. Ev jiyan, ji bo me jiyaneke pîroz bû. Lewma jî min her tim mereq dikir û pirsa ‘gelo yên li derve çawa îdare dikin?’ ji xwe dikir. Kesên ku ev jiyan nejiyayîn, yên ku ji vê mehrûm mayîn gelo çi dikin? Ji ber ku jiyana me gelek xweş bû. Di hundirê xwe de şadiyeke mezin dihewand. Tu dibêjî ‘Heval’ û her tişt derbas dibe, dibe hezkirin, gul dibişkivin, roj hil tê. Her tişt hevaltî ye. Îrade û hêza ku zindanê daye me, îdeolojiyeke xwezayî ye. Di cewhera wê de ev heye. Em wisa bûn, heval bûn. Ji bo hevaltiyê çi hebûya, di nava 24 saetan de di navbera me de ev hebû. Ew çand an jî exlaqê hevaltiyê hebû.    Li hêla din dema êrişek çêdibû, dibînî ku destên hevalekî kelemçe kirine û li erdê dirêj kirine. Yek, du kes jî ketine ser laşê wî. Dema çavên me bi çavên hev diket, di bin wê êşê de jî me bi hev dikeniya. Hevaltiya me jidil bû, bêhesab bû. Bo min bêhesabtî jî girîng e. Dema ji bo tiştekî mirov kete nava hesaban, wê demê tu xatira wê namîne. Di hevaltiyên rast û durist de hesab tune ye. Tişta ku em jê re dibêjin jidil, ev e.    SEKNEKÊ KU NIKARE JI BERXWEDANÊ BIKE   Sepanên rêveberiyên girtîgehê dişibin pergala ‘karname’ yê. Çawa ku li dibistanan karnameyê didin kesên serkeftî û neserkeftî, heman pergal anîne girtîgehan jî. Lê pergaleke pir talûke ye. Hevalên li girtîgehan di ferqa vê de ne. Lê divê mirov li ser vê bisekinin. Pir girîng e. Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê, her liv û tevgera mirov, gotin û gavên mirov kontrol dikin. Ji vê armanc dikin ku hevaltiya civakî, şoreşgerî û polîtîk ji hev belav bikin. Li girtîgehan serî li gefan didin. Dibêjin; ‘heke tu vî tiştî bikî em ê ji karnameya te bibirin.’ Baş e ma ev mafê wan heye? Nîne. Jixwe pergalê 30 sal cezayê girtîgehê da ye. Hiqûq, di heman demê de peymaneke. 30 sal berê li gorî xwe digotin; ‘me tu girtiyî, dê te 30 salan di destê xwe de rehîn bigirin.’ Piştî 30 salan jî dema te xelas dibe. Lê îro li ser soza xwe nasekinin. Qanûnên xwe binpê dikin. Jixwe ev serweriye bi vê taybetiya xwe tê naskirin. Polîtîkayeke mîna pêkenokan dimeşînin. Ev yek li girtîgehan xistine meriyetê. Çi dikin? Li hemberî te her tiştekî dikin. Her tim tiliya xwe li kesên xwe perwerde nekirine, ketine nava gumanên şexsî dihejînin. Armanca wan ji vê ew e ku xwe ev kes xwe nedin ber têkoşînê. Heval li hemberî van polîtîkayan serî natewînin. Ev, seknek e. Tu tiştek wan ji rê, doz û berxwedana wan nake.    ME HER TIM ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGER JIYA    Seknekî me ya li dijî van qewimînan hebû. Gur ê birçî, ji qêra wêra şivên natirs e. Heta ku em birçiyên azadiya xwe bin, tu tiştek nikare pêşiya me bigire. Gelek hevalên me di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan. Lê gelek kêliyên tije coş jî hene. Weke mînak, dema serhildanek çêdibû, dema Newrozê, dema gelê me radibû ser pêyan... Her tim li derve çi bihata jiyîn, me jî heman tişt dijiya. Weke mînak di şerê kolanan de em bi gelê xwe re bûn. Me şerê gelê şoreşger bi kelecaneke mezin dişopand û em bi wan re bûn.    DIVÊ MIROV JI JIYANÊ QUT NEBE   Di hefteya dawî ya girtîgehê de ji ber zexta hevalan min dest ji xwendinê berda, tenê volta diavêtin, difikiriyam, min xatir ji hevalan xwest û xwe ji bo derve amade dikir. Ji bo derve her tim pirsên weke; ‘Gelo ez ê çi bibînim? Dê çi derkeve pêşberî min? Dê jiyaneke çawa li pêşiya min be? Rewşa gelê me çawa ye? Rewşa têkoşînê çawa ye?” di serê min de hebûn. Dema ji girtîgehê derketîm, tiştekî ku ez bibêjim; ‘min qet hizra vê nedikir’ derneket pêşiya min. Gelek digotin; ‘dinya guherî ye, bûye elektronîk.’ Erê rast e lê em ji wê qut nebûn. Me jî ew tişt jiyan. Zindan, nayê wateya mirinê. Ev yek xelet e. Zindan jiyan e, jiyaneke biêş. Kesekê ku dixwaze ji derve qut nabe. Ji ber ku divê mirov xwe ji rojevê qut neke. Wisa nîşanî me dan ku ev yek karê şoreşgeran e. Divê tu xwe ji tu tiştekî qut nekî. Me jî qut nekir. Ev yek, yek ji parçeyên perwerdeyê ye. Ji zanistê heta teknîk, sosyolojî, polîtîk û hwd., her çi dibe bila bibe divê tu hîn bibî. Ev, peywireke. Heke tu nekî, ev tiştekî xelet e. Lewma jî min tiştekî cuda nedît.    EVÎNEKE MEZIN E   Dema ji girtîgehê derketim, ji hêlekî ve xemgîn û ji hêla din ve jî dilşad bûm. Coşa gelê me ya ji ber derketina me pir binirx bû. Kî çi dibêje bila bibêje, gelê me zindî ye. Min ev yek dît. Tu carî hêviya xwe qut nekiriye. Ev yek, nêrîna kesên dibêjin ‘dinya guherî ye’ û xwe li erdê didin e. Min ev yek dît. Dibe ku agirê geş ê serhildanê hinek kêm bûye lê ev nayê wê wateyê ku volqan vemirî ye. Ez teqez wisa nabînim. Ev gel hêj niha jî evîneke mezin e.    Tu daxwazeke taybet a hevalên li girtîgehê ji civakê nîne. Girtî dibêjin; ‘em zarokên vê civakê ne, em xizmetkarên wan in.’ Tenê daxwaza wan ew e ku hinek sazî bêhtir bihestiyar tevbigerin. Bendewariyeke wan a bi vî rengî heye. Ji bilî vê tiştekê din ê ku dixwazin nîne. Bes bila gel baş be, besî wan e. Ji bo vê yekê tev li vê têkoşînê bûn. Lê bijêjim ya, heke hinek bêhtir bi girtîgehan re eleqedar bibin, hinek bêhtir pê re peywendiyan daynin dê heval pir keyfxweş bibin.    EW ŞOREŞGER IN    Piştî derketina ji girtîgehê gotineke klasîk heye; ‘nîviya dilê min li hundir ma.’ Ez jî neçarim ku vê bibêjim lê ez vê bi dilkeserî nabêjim. Ew ji min bêhtir jîr in. Ew bi têra xwe hene. Lewma jî bila kesek mereq neke. Ew şoreşger in. Baş dizanin bê ka dê li ku çi bikin. Xwe perwerde dikin, lihev dikin, bihêvî ne. Bi hêvî dijîn. Tenê dikarim bibêjim ku yek bi yek min bêriya tevan jî kiriye.”    MA / Rukiye Adiguzel - Mehmet Aslan