Doza yek ji damezîrînerên Komeleya Rosayê Gultekîn hate taloqkirin 2022-12-14 12:43:48   AMED - Di danişîna doza yek ji damezirînerên Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn de dozger bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Proagandaya rêxistinê” ceza xwest û doz hate taloqkirin.    Derheqê yek ji damezirînerên Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn de bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. 5’emîn danişîna doza Gultekîn li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Gultekîn tev li danişînê nebû lê parêzerê wê Şeyhmus Bayhan amade bû. Dozger, di danişînê de mutalaaya xwe ya berê dubare kir û xwest ku Gultekîn bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” were cezakirin.    Parêzer Şeyhmus Bayhan jî got ku di qonaxa heyî de nikarin parastina xwe bikin û ji bo ku di rûniştina din de bikarin parastina xwe bikin, dem xwest.    Şandeya dadgehê jî daxwaza demê ya parêzer qebûl kir û danişîn taloqî 8’ê adara 2023’yan kir.