Sazî û rêxistinên kurdî: Têkoşîna parastina ziman li her derê bilind bikin 2022-12-14 14:05:39   AMED - Sazî û rêxistinên kurdî bertek nîşanî bêdengkirina axaftina kurdî ya bernameya ATV'ê dan û gotin: “Li dijî êrişên cur bi cur ên li ser zimanê kurdî û nirxên neteweya kurd, têkoşîna parastin û pêşxistina ziman û nirxên kurdewar li her derê bilind bikin.”   Di bernameya Esra Erol a li ATV’yê tê weşandin de kêliya ku dayikeke kurd ku piştî demeke dirêj bi keça xwe re hevdîtin kir û pê re kurdî axivî, dengê wê hat qutkirin. Dayîka Besîme kêliya ku bi keça xwe ya bi navê Tulay Toma re hevdîtin pêk anî, hestên xwe bi kurdî anîn ziman û ev axaftin ji aliyê ATV'ê ve hate qutkirin.    Piştî vê helwesta ATV'ê gelek kesan li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal bertek nîşanî vê yekê dan. Sazî û rêxistinên kurdî jî bertek nîşanî bêdengkirina axaftina kurdî dan û ev rewş bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kirin.    ASTENGKIRINA BIKARANÎNA KURDÎ SÛCEKÎ HERÎ GIRAN E   Saziyan bal kişand ser girîngiya ziman a ji bo neteweyan û diyar kirin ku bikaranîna zimanê dayikê li her derê tişteke xwezayî ye. Saziyan destnîşan kir ku astengkirina bikaranîna zimanê kurdî sûcekî herî giran e, li dijî mirovahiyê ye, bêexlaqî, bêrûmetî ye û wiha gotin: “Sed mixabin ev sûc û bêexlaqî, ev bêbextî û bêrûmetî her roj, ji aliyê desthilatdarî û derdorên nîjadperest û faşîst ve bi awayên cuda, li dijî zimanê kurdî û neteweya kurd tên meşandin.   HEST Û RAMANÊN NIJADPEREST   Herî dawiyê di bernameyeke kanala televîzyonê ya bi navê ATV'yê de, berpirsên televizyonê, pêşkêşvana bernameyê ya bi navê Esra Erol û sazkarên bernameyê bi hest û ramanên nîjadperest û faşîst, bi rengekî li dijî mirovahiyê nehiştin ku dayikeke kurd bi kurdî axîn û nalîna xwe bîne zimên, pêşî li ber vê yekê girtin.   KURDÎ BEXT Û RÛMETA ME YE   Em vê nêzîkatiya bêexlaq, bêbext, hov, faşîzan û neyarane ya kanala faşîst a ATV'ê, Esra Erol û sazkarên bernameyê bi tundî şermezar û nelet dikin. Divê ew û yên wek wan baş bizanin ku kurdî bext û rûmeta me ye, yê destdirêjiyê li rûmeta me dike ew bêrûmet û bêbext in, ji mirovahiyê derketine. Divê berpirsên kanala ATV û pêşkêşvan Esra Erol demildest lêborîna xwe ji neteweya kurd bixwazin. Nexwe neteweya kurd dê heta hetayê wan nelet bike, axîn û nalînên dayikên kurd dê xwe li qirika wan bide.   DIVÊ KURD WAN TEMAŞE NEKIN   Bêguman divê tu kurd dernekevin qenalên televîzyonên ku neyartiya me kurdan dikin û pêşî li ber bikaranîna ziman û nirxên me yên kurdewar digirin. Û divê kurd wan qenalan temaşe nekin. Divê kurd qenalên kurdî yên kurdewar û azadîparêz temaşe bikin.    ARMANC JIHOLÊRAKIRINA NIRXÊN NETEWEYÎ NE   A herî girîng jî divê baş bê zanîn ku ev nêzîkatiyên hovane û faşîzane ne takekesî ne, nêzîkatiyên serdest, desthilatdar û hevkarên wan ên li dijî kurdan e. Armanc jiholêrakirina nirxên neteweya kurd ên bingehîn in, ku ev kurdkujî bi xwe ye.   BANGA BILINDKIRINA NIRXÊN KURDAN   Bi vê boneyê em bang û gazî li hemû kurdên li her derê Kurdistan û cîhanê dikin ku li dijî êrişên cur bi cur ên li ser zimanê kurdî û nirxên neteweya kurd, têkoşîna parastin û pêşxistina ziman û nirxên kurdewar li her derê bilind bikin, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê ji her milî ve û li her qadê bênavber têbikoşin, li her derê û her kêliyê bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsînin û bi kurdî bijîn; her derê bikin dibistan û zanîngehên kurdî.”   Sazî û rêxistinên ku navên wan di binê daxuyaniyê de hatine nivîsandin wiha ne:    - Komele û saziyên kurdî ku îmzeya wan li bin daxuyaniyê heye wiha ne; Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê, Kovara Destar, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê, Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê, Înstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê, Enstîtuya Kurdî ya Brukselê, Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê