Şaredariya Dersimê: Armanca qutkirina ceyranê astengkirina xizmetê ye 2022-12-14 18:22:07     DERSIM – Şaredariya Dersimê têkildarî qutkirina ceryana avahiya Midûriyeta Park daxuyaniyek da. Şaredarê Dersimê got ku armanca vê qutkirinê astengkirina xizmetê ye.      Elektrîka avahiya Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya Dersimê bi hinceta deynê wê heye ji aliyê şîrketa enerjiyê ve hatibû birîn. Hat hînbûn ku deynê şaredariyê yê ceryanê li dor 14 milyonî ye. Şaredarê Dersimê Mehmet Fatîh Maçaoglû têkildarî mijarê daxuyanî da.    Maçaoglû da zanîn ku yên ji ber vê krîzê zêde mexdûr bûne yek jî Şaredariya Dersimê ye û wiha got: “Fatûreya ku berê 200-300 hezar TL dihat, niha 2 milyon TL tê. Ji sedî 300-400 zêde bûye. Ji ber vê rewşa şaredariyan xirab e. Ji ber ku me nikaribû deynê xwe bide, şîrketa enerjiyê ceryana 7-8 cihan biriye. Îro ji ceryana avahiya xizmê ya Midûriyeta Park û Baxçeyan hat qutkirin. Dibêjin 'hûn heqê fatûreyan nadin, lê bi qasî ku ji destê me tê em didin. Ji me re dibêjin 'meaşê karkerên xwe nedin, nan nebin mala xwe. Biryar a we ye, yan hûn ê pereyên me bidin an jî hûn ê meaşên karkeran me bidin.’ Dibêjên we qet pere nedaye. Me di 2022’yan de 4 milyon û 600 hezar TL da, lê dema ku pereyê we tune be hûn ê çawa bidin? Deynê ku bûye 12-13 milyon, 4 milyon û 600 hezarê wî hatiye dayîn. Ji ber 400 hezar TL deynê ceryanê, ceryana avahiya xizmetê ya Midûriyeta Park û Baxçeyan birîn. Mesele ne deyndayîn e. Em wiha difikirin ku bi vî awayî dixwazin şaredarî xizmeta gel neke."