Parêzerê rojnamegerên girtî Temûr: Dê hewldana bidestxistina delîlan vala derkeve 2022-12-15 12:21:51   AMED - Parêzerê rojnamegerên girtî Resûl Temûr got ku ev 6 meh in îdianameya rojnamegeran nehatiye amadekirin û wiha bertek nîşan da: “Ev yek êdî veguheriye rêbazekî cezakirinê. Dê bendewariya wan a bidestxistina delîlan vala derkeve.”    Di 8’ê hezîrana îsal di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes li Amedê hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 16 rojnameger di 16’ê hezîranê de hatin girtin. Bi ser girtina rojnamegeran re 183 roj derbas bûn lê hêjta îdianameya wan nehatiye amadekirin. Parêzerê rojnamegerên girtî Resûl Temûr têkildarî mijarê axivî û da zanîn ku ev yek êdî veguheriye rêbazekê cezakirinê.    DI ÎDIANAMEYÊ DE PÊŞKETIN TUNE NE!   Temûr got ku naveroka dosyaya rojnamegeran di dema binçavkirinê de ji hêla medyaya nêzî îktîdarê ve hate parvekirin û wiha got: “Tevî vê yekê jî îdianame nehatiye amadekirin. 6 meh piştî girtinê jî nepeniya li ser dosyayê berdewam kir. Hemû îtîrazên me yên li dijî rewşa girtî jî nehatin qebûlkirin û ne Dadgeha Cezayên Silhê û ne jî Dadgeha Cezayên Giştî di vê mijarê de nirxandineke hiqûqî nekirin. Tevî 6 mehan jî di dosyayê de tu pêşketin nînin. Ji bo neamadekirina îdianameyê hinek kêmasiyan nîşan didin lê belê ji me re nabêjin bê ka ev kêmasî çi ne. Lewma ne diyar e bê ka ev kêmasî dê kengî bên temamkirin. Di dosyayê de 16 kes ji azadiya xwe hatine mehrûmkirin û bi awayekî girtî tên darizandin. Ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatine girtin. Sedema girtinê jî li ser vê bingehê hatiye amadekirin. Lewma jî ne 6 meh heke 60 meh jî derbas bibin, dê nekarin ji bilî xebatên rojnamegeriyê tu delîlên din ên derqanûnî peyda bikin. Herî zêde dikarin li bernameyên din ê rojnamegeran binêrin lê dê hewldana wan a peydakirina delîlên cuda vala derkeve.”    BANGA PIŞTEVANIYÊ   Temûr, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rojnameger bêyî ku delîleke hiqûqî hebe û bi tawanbariyên vala tên ragirtin. Bi vê yekê polîtîkaya cezakirinê û bêdengkirinê têxin meriyetê. Dewlet li rojnamegeran ferz dike ku ji bilî medya û televîzyonên wan, dernekevin tu televîzyonan. Anku naxwazin ji bilî qada wan li tu deverekê din rojnamegerî were kirin. Armanca esasî ya dozê jî ev e. Divê hem di pêvajoya lêpirsînê hem jî ya darizandinê de kes bi awayekî negirtî bê darizandin. Ev kes bi eşkere derdikevin televîzyonê û rûyên wan ji raya giştî re vekirî ne. Anku gumana wan a revê tune ye. Heke îro werin berdan, dê dîsa xebatên xwe yên rojnamegeriyê bidomînin. Lewma jî divê bi awayekî negirtî bihatina darizandin. Bingeheke hiqûqî ya darizandina bi awayekî girtî nîne. Piştevaniya bi rojnamegeran re a di nava van 6 mehan de moralê wan jî gelek xweş dike. Li gorî min divê ev piştevanî bêhtir bê xurtkirin.”