Di doza GOÇÎZDER’ê de 4 kes hatin berdan 2022-12-15 13:30:52   STENBOL - Di doza GOÇÎZDER’ê de ji 17 girtiyan derbarê 4 kesan de biryara tehliyeyê hat dayîn.    Danişîna doza endam û rêveberên Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) 17 jê girtî 23 kes jê tên darizandin di roja sêyemîn de li eywana danişînê ya Kampûsa Girtîgeha Silîviriyê berdewam kir. 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê danişînê bi rê ve dibe. Heyeta dadgehê piştî navbera hat dayîn serokê dadgehê derbarê 4 kesan de biryara tehliyeyê da. Heyeta dadgehê derbarê Songul Kose, Kamîle Kandal, Veysî Yildiz û Îlyas Erdem de biryara berdanê da û xwest 13 kesên din jî girtina wan bê domandin. Heyetê her wiha danişînek din taloqî 4-5’ê çileye kir.