Malbata Şenyaşar: Dê tevahiya Tirkiyeyê bibe cihê nobeda me 2022-12-15 13:47:52     RIHA - Malbata Şenyaşer destnîşan kir ku heya edalet pêk were dê tevahiya Tirkiyeyê bibe cihê nobeda wan û ew ê tev li konferans û panelên li bajarên cuda bibin.    Nobea Edaletê ya Malbata Şenyaşar a di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin di roja 647’emîn de berdewam dike.    ‘PANKARTA XWE BI DESTÊN XWE DIGIRIN’   Malbat ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê careke din hat Kuncikê Edaletê yê Malbata Şenyaşar a li pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya nobedê kir. Nobeda malbatê ya bi pêşîlêgirtina wesayîtên fermî tê astengkirin. Ji ber vê yekê malbat pankarta ku wesayîtan nedihişt xuya bike bi wesayîta xwe ve didaliqandin. Piştî ku ew cih jî hate girtin Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar pankarta li ser “Edalet” dinivîsand bi destên xwe hilgirtin û li pêşiya Edliyeya Rihayê nobeda xwe domandin. Li cihê ku malbat disekine dema ku wesayît derbas dibin malbat rê dide û piştre dîsa heman cihê ku lê ne bi daxwaza “Edaletê” pankarta xwe vedikin.    GOTINÊN WEZÎRÊ DADÊ   Ferît Şenyaşer têkildarî nobeta axivî û destnîşan kir ku dê nobeda wan a edaletê bidome.  Şenyaşar anî ziman ku êdî taqeta wan nemaye û ev tişt gotin: “Em mafdar in lê belê mafdarbûna me têrî nake, edalet pêk nayê. Duh Wezîrê Dadê got ku ‘ez nikarin daxuyaniyê bidim, daxuyaniya min dê bandorê li ser dadgeriyê bike’ lê belê daxuyaniya wî ya piştî guhdarkirina parlamenterê xwe hê jî li hemberî cemeweriya giştî, li ser medyayê disekine. Hemû rastî derketin holê. Îstîxbarata Tirkiyeyê lêkolin kir, polîsan, emniyetê, walîtiyê lêkolîn kir, wek fermî eşkere kirin.”   ‘PANKARTA ME TÊ ASTENGKIRIN’   Şenyaşar da zanîn ku Serokkomar têkildarî doza wan bêdeng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li pişta me edliye heye. Di nava wê de serdozgerên komarê hene. Ji bo nobeta me bê astenkirin li rast û çepê me du wesayît tên sekinandin. Ev wesayît hatine peywirdarkirin û yekene sedema peywirdarkirina wan astengkirina pankarta “Edaletê” ye. Em difikirin ku dema ku serdozger ji vir derbas dibe wijdana wî diêşe. Ger wijdana wî neêşiyaba van herdu wesayîtan li cihê ku em pankarta xwe lê didaliqînin bi cih nedikir.”   ‘EM DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNADIN’   Şenyaşar diyar kir ku heya edalet pêk were dê cihê nobeda wan tevahiya Tirkiyeyê be û ew ê li her derekê vê zilmê bînin ziman. Şenyaşar axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em ê tev li konferans û panelên li bajarên cuda bibin. Ji bo binpêkirina mafên mirovan mînaka herî berbiçav Edliyeya Rihayê ye. Ev bêhiqûqî berdewam dike. Em di têkoşîna xwe de bibiryar in, mafdar in. Di serî de TTB, hemû baro xwedî li doza me derketine. Hemû rêxistinên hiqûqê dê piştevaniya xwe pêşkeş bikin. Em hêza xwe ji gel, ji parastinê digirin. Heya ku edalet pêk were em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”