Bi hinceta ‘tayîna dadger’ doza Turkdogan nehat lidarxistin 2022-12-15 13:50:00   ENQERE - Danişîna ewil a doza Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan bi sedema tayîna dadger nehat lidarxistin.    Bi îdiaya “raste rast dewlet biçûk xistiye”, derheqê Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan de doz hatibû vekirin. Danişîna ewilî ya doza Turkdogan dê îro li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Enqereyê bihata dîtin. Lê belê ji ber ku cihê tayîna dadger guherî ye û dadgerekê din jî hêj nehatiye tayînkirin, danişîn nehat lidarxistin. Dê ji bo danişîna ewil dîrokeke nû were destnîşankirin.    Di îdianameya derheqê Turkdogan de nivîsa bi sernavê “Ji bo Edalet û Heqîqetê Dawî li Înkarkirina Qirkirina Ermenan Bînin” ku di 24’ê nîsana 2017’an de li ser malpera ÎHD’ê hatiye weşandin weke delîla sûc hate nîşandan.