Wezareta parastinê ragihand ku serpelek hatiye kuştin 2022-12-15 13:56:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku serpelê bi navê Tunahan Yavuz di 5’ê kanûnê de hatiye kuştin.    Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê hatine destpêkirin 8 meh li pey xwe hişt. Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku serpelê bi navê Tunahan Yavuz di 5’ê kanûnê de li herêma Operasyona Pence-Nifteyê birîndar bûye û li nexweşxaneyê mirî ye.