Ji bo mitînga Erdogan gefa beşdariyê li karsaz, keya û kedkaran hat xwarin 2022-12-15 14:45:58   MÊRDÎN – Beriya mitînga Merdînê ya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, gef li keyayan hat xwarin û xebatkarên tenduristiyê jî wek “dê bên- dê neyên” hatin fîşkirin.    Ji bo mitînga Merdînê ya 17’ê kanûnê ya Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan ku bi navê “vekirinên komî” li ser cadeyên mezin barîkat hatin danîn. Rêya ku dê Erdogan têde derbas bibe hatin boyaxkirin. Weliyê Mêrdînê û Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin Mahmût Demîrtaş û qeymeqamên navçeyan tevî AKP’iyan bi navê “bangewaziya mitîngê” bi karsaz û keyeyan re hevdîtinan pêk tînin.    ZEXTA LI SER KARSAZAN   Hat zanîn ku ji karsazan hatiye xwestin ku li deverên cuda yên bajêr pankartan daliqînin. Her wiha hat ragihandin ku ji Herêma Pîşesaziya Organîzeyê (OSB) re wesayît hatine şandin û zext li karsazan hatiye kirin da ku bi personelên xwe ve tev li mitîngê bibin.    GEF LI KEYEYAN HAT XWARIN    Hat zanîn ku Qeymeqemtiya Nisêbînê keyeyan kom kiriye û gef li wan xwariye û ji wan xwestiye ku ji gundan welatiyan bi dolmîşan bînin cihê mitîngê. Hat îdiakirin ku Qeymeqam Ercan Kayabaş ji keyeyan re wiha gotiye: “Ez ê derbarê kesên nayên mitîngê de girtek bigirim û dê derbarê wan de lêpirsîn bidim destpêkirin. Ez van xizmetan bi saya Serokkomar pêk tînim û hûn jî min li hemberî wî nedin şermê. Çi ji destê we tê bikin. Dê her kesek were. Em ê dolmîşan bişînin cihên kombûnê. Dê keya dolmîşan tije bikin û wêneyan bigirin û bişînin. Yên ku nekin em ê mohrên wan ji wan bistînin."    LI NEXWEŞXANEYÊ FÎŞKIRIN   Xebatkarên Nexweşxaneya Nisêbînê yeko yeko vexwendin odeya midûr û ji bo telibûna mitîngê gef li wan hat xwarin. Li gor agahiyên ji xebatkarên tenduristiyê hatiye bidestxistin, lîsteyên ku ‘dê tev li bibin û dê tev li nebin” tên amadekirin. Hat destnîşankirin ku serhemşire û midûrê nexweşxaneyê wiha gef li xebatkarên tendursitiyê xwarine: “Van lîsteyan qeymeqamtî dixwaze. Em ê bişînin Qeymeqamtiyê. Dê çi were serê we em nizanin.”