Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî hatin girtin 2022-12-15 15:46:08   STENBOL - Yusuf Ziya Gumuşel ê sazûmankarê Weqfa Hîranûrê ku çavê xwe ji tecawiza keça xwe ya 6 salî re girt û “zavê” wî Kadîr Îsteklî hatin girtin.    Sazûmankarê Weqfa Hîranûr a girêdayî Cemata Îsamîlaga Yusuf Ziya Gumuşel, keça xwe ya 6 salî H.K.G., bi mirîde xwe Kadîr Îsteklî re da zewicandin û çavê xwe li vê tecawizê girt. Piştî ku derket holê ev yek pêk hatiye, li ser îtîraza parêzerên H.K.G., derbarê Gumuşel û Îsteklî yê negirtî dihatin darizandin biryara binçavkirinê hat derxistin.    2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluya Stenbolê derbarê her duyan de biryara girtinê derxist û bi hêceta dê birevin hatin binçavkirin.    Gumuşel û Îsteklî yê li Midûriyeta Polîsan a Gayrettepya Stenbolê di binçavan de dihatin ragirtin, sewqî Edliyeya Anadolûyê hatin kirin. Dadgehê ji sûcdariya “îstîsmara cinsî ya ku li pey hev li zarok hatiye kirin” biryara girtina Gumuşel da û Kadîr Îsteklî jî ji sûcê “îstîsmara cinsî ya ku li pey hev li zarok hatiye kirin” û “êrişa cinsî” da girtin.