‘Divê li dijî tevgerên nîjadperest ên li dijî kurdan têkoşîn bê meşandin’ 2022-12-15 17:04:29   STENBOL - Komîsyona li Dijî Cihêkarî û Nijadperestiyê ya Şaxa ÎHD’a Stenbolê banga têkoşîna li dijî tevgerên nîjadperest ên li kurdan kir.    Komîsyona Li Dijî Cihêkarî û Nijadperestiyê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo ku di Heftaya Mafê Mirovan de balê bikişîne ser cihêkarî û nîjadperstiya li dijî kurdan, li avahiyê komeleyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de afîşa “Kurd û kurdî nayê biçûkxisitin, her zimanek binirx e” hate daliqandin û dovîzên ku heqaretên nîjadperestî li ser hatibûn bicihkirin hatin hilgirtin. Tevî Eren Keskîn, gelek mafparêz tev li daxuyaniyê bûn. Endama Komîsyona Li Dijî Cihêkarî û Nîjadperestiyê Gulistan Yarkin xwend.    Yarkin destnîşan kir ku nîjadperstî bi destê desthilata tirk ve li qadên aborî, civakî û siyasî dikeve meriyetê û li Tirkiyeyê li ser her kesê ku ne tirk, înkar û jibîrkirina nasnameya xwe tê ferzkirin.  Bi domdarî Yarkin da zanîn ku kesên vê yekê qebûl nekin jî bi rêyên cuda biçûk tên xistin.    REJÎMA BI SERDESTIYA NÎJADA TIRK   Di berdewamê de Yarkin da zanîn ku herî zêde kurd rastî van sepanên nîjadperest tên û piştî ku kurd di salên 1990’î de koçî metropolan kirin zêdetir bûne. Di berdewama axaftina xwe de Yarkin anî ziman ku li djî kurdan peyvên nîjadperest têne bikaranîn û ev tişt anî ziman: "Ev peyv ji hêla nîjada serdest a tirk ve ji nû ve tên afirandin û xurtkirin."    Yarkin ji bo bidawîkirina vê rewşê banga têkoşînê kir.