Nobeda Azadiyê ya ji bo Fîncanciyê: Demildest divê Fîncanci bê berdan 2022-12-15 21:05:15   AMED – Di hefteya sêyan a Nobeda Azadiyê de ya ji bo azadiya Seroka Konseya Navendî ya TTB'yê Şebnem Korûr Fîncanciyê hat destnîşankirin ku tiştên ku Fîncanciyê gotine ne sûc e û divê pratîka darazê bi serê xwe nebe tehdîd.    Odeya Bijîşkan a Amedê,  Nobeda Azadiyê ji bo azadiya Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanciyê girt. Di hefteya sêyan a Nobeda Azadiyê de pankartên li ser "Em li cem jiyan û rastiyê ne. Şebnem Korûr Fîncanci rûmeta me ye" û "Azadî ji bo Şebnem Korûr Fîncanci" nivîsandî hatin daliqandin. Baroya Amedê û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) tevlî nobedê bûn.   Di çalakiyê de Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elif Tûranê bibîr xist ku ji roja ku TBB hatiye avakirin heya îro her tim bi zext û zordariyê re rû bi rû ye û got: “Ji ber ku me polîtikayên desthilatdarê yên der barê pandemiyê (Covîd-19) de rexne kirin em hîn bêtir bûn hedef. Daxuyaniya mamoste Şebnemê di çarçoveya qada wê ya pisporiyê de bû, lê dîsa jî hat girtin. Ev êriş di şexsê mamoste Şebnemê de li TBB'yê hatiye kirin."    Tûranê destnîşan kir ku ew ê her tim ji bo mafê jiyanê bitêkoşin.   'DIVÊ DARAZ NEBE TEHDÎD'   Bi dû re Cîgirê Serokê Baroya Amedê Parêzer Mehdî Ozdemîr axivî. Ozdemîr bilêv kir ku Şebnem Korûr Fîncanci hem bi nasnameya xwe ya parêzvanê mafan û hem jî bi pratîka xwe ya bijîşkiyê pir baş nîşan daye û got: “Mamomste Şebnem xwest ku îdiya li holê bê lêkolînkirin. Di çarçoveya erkên xwe de, daxwaza lêkolînkirina îdiayê kir, ku berpirsê vê daraz e. Piştî van gotinan hat girtin. Em Baroya Amedê me diyar kir ku ev rewş ne sûc e û divê pratîka darazê bi serê xwe nebe tehdîd. Demildest divê mamoste Şebnem bê berdan."