Bahattîn Keskîn piştî 30 salan hate berdan 2022-12-15 23:57:11   XARPÊT - Girtiyê bi navê Bahattîn Keskîn piştî 30 salan ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2'yan a Xarpêtê hate berdan.   Bahattîn Keskîn piştî 30 salan ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2'yan a Xarpêtê hate berdan. Keskîn di sala 1992'yan de li navçeya Mîdyadê hat bincavkirin û pişt re Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM)  bi îdiaya "Yekitî û yekparêbûna dewletê xera kiriye" û "endamtiya rêxistinê" cezayê muebbetê lê birî. Keskîn piştî cezayê hefsê yê lê hatibû birîn qedand ji girtigeha lê dima hate berdan.   Ji bo pêşwazîkirina Keskîn malbata wî serê sibe ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatin ber deriye Girtîgeha  Xarpêtê. Dema Keskîn ji girtîgehê derket bi çepikan hate pêşwazîkirin.   Keskîn, piştî 30 salan bi malbata xwe re çû Nisêbînê.