Cenazeyê Taş piştî 3 salan birin bajarê wî 2022-12-16 08:40:07   ŞIRNEX - Cenazeyê Mahmût Taş ê HPG'î piştî 3 salan ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û birin bajarê wî.    Endamê HPG’ê Mahmût Taş di sala 2019’an de li herêma Şirnexê di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Şirnexê hatibû definkirin. Malbata Taş, 2 hefte berê ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe serî li dozgeriyê dabû. Piştî ku dozgeriyê biryara erênî dayî, malbatê duh di saetên êvarê de cenazeyê Taş wergirt û tevî polîsan bir Rihayê.   Dê cenazeyê Taş li bajarê wî Rihayê were definkirin.