Înîsiyatîfa Ereban a Ji Bo Azadiya Ocalan wê bi rojeva tecrîdê kom bibe 2022-12-16 09:01:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Înîsiyatîfa Ereban a ji bo Azadiya Ocalan Îlham El Milecî, diyar kir ku wê ji bo Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan werin gelhev û daxuyaniya hevpar bidin.    Ji Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin, ji 25’ê adara 2021’an û vir ve agahî nayên girtin. Serlêdanên ku malbat û parêzer dikin jî nayên bersivandin. Analîstvanê misrî û endamê Înîsiyatîfa Ereban a ji bo Azadiya Ocalan Îlham El Milêcî tecrîda heyî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re (ANHA) nirxand. Milêcî, diyar kir ku bêdengiya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyan a Konseya Ewropayê (CPT) ya der barê rewşa Ocalan de bi guman e.   El Milêcî destnîşan kir ku li gor qanûnên mafên girtiyan ji mafê malbatan e ku bi awayekî asayî serdanê bikin da ku rewşa tenduristî û derûnî ya girtiyê xwe bizanin.     El Milêcî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev rewş gelek metirsîdar e û ji ber wê divê hemû aliyên berpirs ên mafên mirovan ji bo ku zextê li dewleta tirk bikin, bikevin tevgerê û rê li ber serdanan vekin da ku rewşa rêber Abdullah Ocalan nas bikin.” El Milêcî bang li hemû hêzên kurdî û azadîxwazên cîhanê kir ku berê xwe bidin rêxistinên mirovî da ku zextê li dewleta tirk bikin ku rê bide parêzer û malbata Ocalan ku serdana wî bikin û rewşa wî bizanin.   El Milêcî destnîşan kir ku Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Misir û Ereban ji bo ku zextê li aliyên berpirs bike, bernameyek amade kiriye, ku pêşî daxuyaniyek ji bo raya giştî were dayîn ku tê de bi dehan rewşenbîr, siyasetmedar, parlamenter, rojnamevan û akademîsyenên ereb helwesta xwe ya li dijî tecrîda desthilatiya tirk a li ser Ocalan nîşan bidin.   Her wiha li gorî El Milêcî roja şemiya bê dê komcivîneke diyalogê ya bi navê “Ocalan: tecrîdeke tund, bêdengiyeke navneteweyî û bangên mirovî” ji aliyê însiyatîfê ve bê lidarxistin, ku dê gelek nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar  bi rêya bernameya Zoomê tê de beşdar bin û tê de 3 xalên sereke; sedemên tecrîda li ser rêber Ocalan, bêdengiya navneteweyî ya bi guman û têkbirina tecrîdê di aliyê qanûnî û mirovî de bên nirxandin.   El Milêcî da zanîn ku bêdengiya navneteweyî ya biguman li gor berjewendiyên rêjîma tirk a dagirker e, ku ev yek jî durûtiya civata navneteweyî nîşan dide.