Serhildana li Îranê 3 meh li pey xwe hiştin 2022-12-16 15:25:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana gel a li Rojhilat û Îranê tevî hemû êrişan jî berdewam dike.    Serhildana gel ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir sê meh li pey xwe hişt. Çalakî û şermezarkirin di roja 90’emîn de berdewam kirin. Sonya Şerîfî ya piştî girtina du mehan duh li bajarê Abadan yê girêdayî Îlamê hate berdan bi awayekî girseyî hate pêşwazîkirin. Li bajarê Şabadî yê girêdayî Kirmaşanê ji bo Elîreza Kerîm ê hate qetilkirin ji ber çil rojiya wî bîranîn hate lidarxistin. Dîsa hate diyarkirin ku hevdîtina malbatên 6 welatiyên ku li Ûrmiyeyê mehkumî cezayê darvekirinê kirine hatiye astengkirin.    NÊZÎ 500 KESAN HATIN QETILKIRIN   Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ji roja çalakî destpêkirin heta 13’ê kanûnê 493 welatî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin qetilkirin. Hate diyar kirin ku ji wan 68 kes di bin 18 saliyê de bûn. Li gorî daneyan; li bajarên Rojhilat û Îranê heta niha herî kêm 18 hezar û 424 kes hatine binçavkirin.