Li Amedê sê welatî bi hev ketin: Kesek mir 2022-12-16 18:20:35   AMED- Li navçeya Sûrê 3 welatî bi hev ketin. Di şerê di navbera her sê welatiyan de kesê bi navê M.K. mir.    Li Kuçeya Îskender Paşa ya Kolana Înonuyê ya navçeya Sûrê ya Amdê Mumtaz K. (50) û 2 welatî ji ber sedemeke nehat hînkirin bi hev ketin. Di şer de M.K. bi derba kêrê bi giranî birîndar bû. M.K.'yê ku rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.