Ji HDP'iyên di binçavan de pirsîne 'çima hûn tevlî merasîma cenazeyên PKK'yiyan dibin?' 2022-12-16 19:09:15   MÊRSÎN - Li Mêrsînê ji 8 HDP'iyên ku 3 roj in di binçavan de ne, pirsa "çima hûn tevlî merasîma cenazeyên PKK'yiyan û şîna wan dibin" hatiye pirsîn.    Di çarçoveya lêpirsîna Sedozgeriya Komarê ya Mêrsînê de ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat kirin, di 14'ê Kanûnê de endamê CHP'î yê Meclîsa Şaredariya Toroslarê Hidir Berk, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Toroslarê Zahîde Aslan Tekîn û Îsmet Dayan, Hevserokên HDP'ê yên Akdenîzê Sevîm Mujda û Nîzar Esen, Hevserokê HDPê ya Yenîşehîrê Gulten Bahar û rêveberên HDP'î Emîne Eren, Ferhat Alkan û Sabrî Bahar hatin binçavkirin. Alkan, duh piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan.    Îro jî li midûriyeta polîsan îfadeya 8 HDP'iyan hat girtin. Beşdariya HDP'iyan a li merasîma cenazeyên PKK'yiyan û şîna wan wekî sûc hatiye hesibandin û pirsa "çima hûn tevlî merasîma cenazeyên PKK'yiyan û şîna wan dibin" ji HDP'iyan hatiye pirsîn.    Hat diyarkirin ku dê HDP'î sibê sewqî dozgeriyê bên kirin.