ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-17 09:00:21   *  Hevjîna Taybet Înan, Halît Înan ê ku 8 ferdên malbata wî ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin anî ziman ku ew êşên xwe nikare bi gotinan rave bike û got: "Taybet dayika hemû Kurdistanê ye. Dewletê me kuşt. Em ê tu carî dest ji dawa xwe bernedin.”   *  Hevserokê MEBYA-DER'a Şirnexê Serhat Kuçuk diyar kir ku malbat 7 sal in li benda cenazeyên zarokên xwe ne û got: "Eger em cenazeyên zarokên xwe bibînn qet nebe wê bêhna me piçek fireh bibe. Dayik 7 sal in li benda agahiyekî ne."     * Serokê ÎHD'a Wanê Mehmet Karataş destnîşan kir ku ji ewlehiya jiyana Abdullah Ocalan, CPT berpirsyar e û got: “Pêkneanîna peywira xwe ya CPT’yê ku divê sepanên dijî rûmeta mirovahiyê yên li girtîgehan bişopîne, nayê qebûlkirin.”    * Abdullah Ocalan ku 12 sal berê jinan hişyar kiribû û gotibû "Dê azadiyên sînorkirî yên heyî jî ji dest we biçin", ji bo çareseriyê ev tişt pêşniyaz kiribû: "Divê hûn peymana civakî ya jinên pêşve bibin."    * Hat gotin ku bijîşk Ayşe Cidiroglû, hevjîna Qeymeqamê Qoserê Fatîh Cidiroglû li nexweşxaneyê tevî parêzvanên xwe digere û li nexweşxaneyê li odeya xwe ya taybet tenê "nexweşên xisûsî" derman dike.    * Nimûneya xwînê ya ji bo Zehra Orûçê ku li Sûrê di dema qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dabû, 6 sal in ji ATK'ê re nehatiye şandin. Dayik Bezo Orûçê got: "Ez cenazeyê keça xwe dixwazim. Eger edalet hebe, bila pêk bînin."    * Hat îdiakirin ku xwendekara dersxaneyê K.A. a 14 salî hefteyek berê ji aliyê G.Y. ku keke wî cerdevane ve hatiye revandin. Malbatê got tevî ku dîmen jî hene keça wan nehatiye dîtin û ew ji jiyana keça xwe bi fikar in.    * Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê dê bi rojeva tecrîd û şer bicive.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 649’emîn de berdewam bike.    * Dayikên Şemiyê ji bo aqubetên windakiriyan bipirsin û daxwaza darizandina kiryaran bikin dê 925’emîn çalakiya xwe li ser înternetê li dar bixin (12.00)    * Xizmên Windayan û ÎHD dê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li Amed, Îzmîr û Êlihê berdewam bikin. (12.00-13.00) ZINDÎ   * Platforma Jinan a Rihayê, têkildarî îstîsmarkirina zarokan li Qada Topçû wê daxuyaniyê bidin. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê ji bo çalakiya “Rûniştina F” wê li ber avahiya komeleyê daxuyaniyê bide. (13.30)   * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê di hefteya 432’yemîn a çalakiya xwe de li ber Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)   * Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê wê li Navenda Kongre û Pêşangehê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê panela "Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet" li dar bixe. (14.00-19.00)   * Meclîsa Baweriyan a Gelan a HDK'ê li Salona Konferansê ya Şaredariya Çîgliyê dê bi serenavê "Gelan ji Mereşê heta Roboskî komkujî ji bîr nekirin, wê nedin ji bîr kirin" panelekê li dar bixe. (15.00)   * ANYAKAY-DER, di salvegera xerakirina Goristana Xerzan a Bedlisê û goristanên din û derxistina cenazeyan de wê li avahiya komeleyê daxuyaniyekê bide. (15.00)   * Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) wê li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ya Kuçukçekmeceyê konser li dar bixe. (18.00)