‘Ji ewlehiya jiyana Abdullah Ocalan, CPT berpirsyar e’ 2022-12-17 09:08:50   WAN - Serokê ÎHD'a Wanê Mehmet Karataş destnîşan kir ku ji ewlehiya jiyana Abdullah Ocalan, CPT berpirsyar e û got: “Pêkneanîna peywira xwe ya CPT’yê ku divê sepanên dijî rûmeta mirovahiyê yên li girtîgehan bişopîne, nayê qebûlkirin.”    Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdeke girankirî de tê ragrtin, ji 25’ê Adara 2021’an ber bi îro ve tu agahî nayên girtin. Tu bersiva serlêdanên parêzer û malbatên ku dixwazin hevdîtinê bikin jî nayên bersivandin. Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Şaxa Wanê Mehmet Karataş destnîşan kir ku hemû bêhiqûqî li Îmraliyê ketin meriyetê û belavî hemû girtîgehan bûne.     Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Şaxa Wanê Mehmet Karataş   ‘GAVA EWIL A BÊHIQÛQIYÊ LI ÎMRALIYÊ HATE DESTPÊKIRIN’   Karataş diyar kir ku li hemû girtîgehên Tirkiyeyê tecrîdeke giran heye û pirsgirêkên ku li girtîgehan diqewimin hatiye radeyeke kronîk û nayê çareserkirin. Karataş anî ziman ku desthilata ku divê van pirsgirêkan çareser bike, polîtîkayeke van pirsgirêkan kurtir bike xistiye dewrê û li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rejîmeke înfazê ya taybet tê meşandin. Karataş bi bîr xist ku tecrîd belavî hemû girtîgehan bûye û wiha axivî: “Desthilatê darbeyê û pandemiyê ji xwe re weke ‘Xêra Xwedê’ dîtiye, hemû polîtîkayên xwe xist dewrê. Bêhiqûqiya li Îmraliyê tê meşandin yeko yeko li hemû girtîgehan hate belavkirin. Mînak me di rapora CPT’yê de dît ku ji pirtûkxaneya girtîgehê tenê 3 pirtûk dane Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destûr nedane ji derve tu pirtûk jê re bên şandin. Di pêvajoya dawî de me dît kû heman rewş di girtîgahên din de jî tê meşandin. Statuya teybet a li ser Ocalan tê meşandin, hin sepanên fiîlî yên di qanûnan de cih nagirin, di 20 salên derbasbûyî de hemû kirin qanûn û li hemû girtîgahan bi awayê herî giran hatin sepandin.”   ‘TECRÎD SUCÊ MIROVAHIYÊ YE’   Karataş bi bîr xist ku hemû binpêkirinên mafan li Îmraliyê destpêkirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda li ser Ocalan û girtiyên din tê meşandin sûcê mirovahiyê ye. Ji roja ku Ocalan anîne Îmraliyê heya îro binpêkirina mafan dieqewime. Berî niha digotin muxalefeta hewayê, keştî xera bûye, lê niha jî bi sedemên pûç cezayên disiplînê didin. Ev cezayên disiplînê bêyî ku ji malbat û parêzerên Ocalan re bên ragihandin, bêyî ku mafê îtîrazê bê bikaranîn tên dayîn û tecrîd tê domandin. Nehiştina hevdîtina parêzer û malbatê ya bi Ocalan re li dijî qanûna neteweyî û navneteweyî ye. Di vir de ji ewlehiya jiyana Ocalan yekemîn Wezareta Dadê berpirsyar e. Divê pêşiyê Wezareta Dadê daxuyanî bide û raya giştî agahdar bike. Lê em dibînin ku Wezareta Dadê li gor qanûnê tevnagere.”    ‘JI EWLEHIYA JIYANA OCALAN CPT BERPIRSYAR E’   Karataş anî ziman ku berî her tiştî divê hevdîtinên CPT’yê bên jêpirsîn û axaftian xwe wiha bi dawî  kir: “Pêkneanîna peywira xwe ya CPT’iyê ku divê sepanên dijî rûmeta mirovahiyê yên li girtîgehan tên meşandin, nayê qebûlkirin û divê jê bê pirsîn. Pekneanîna peywira xwe ya CPT’iyê binpêkirina maf e. Dîsa parvenekirina hevdîtina ku CPT’yê pêk aniye dê bibe sedema zêdebûna binpêkirina mafan. Ji ewlehiya jiyana Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de tên ragirtin, CPT berpirsyar e. Civê CPT bi daxuyaniyekê eşkere bike ku bê ka Ocalan xwe çawa digehîne mafê xwe yên tenduristiyê, çawa mafên xwe yên çandî bi kar tîne. Me wek ÎHD têkildarî tecrîda tê meşandin serlêdana CPT’iyê kiribû. Tevî ku daxwaza raya giştî û serlêdanên rêxistinên sivîl jî CPT dereng çûye Îmraliyê û têkildarî hevdîtinê daxuyanî neda, vê yekê zêdetir rê li ber binpêkirina mafan vekir. Ji bo ji nû ve avakirina aştiyê divê tecrîda li girtîgehan tê meşandin temildest were bidawîkirin.”