6 sal in li cenazeyê keça xwe digere 2022-12-17 09:10:10   EDENE - Nimûneya xwînê ya ji bo Zehra Orûç ku li Sûrê di dema qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dabû, 6 sal in ji ATK'ê re nehatiye şandin. Dayik Bezo Orûç got: "Ez cenazeyê keça xwe dixwazim. Eger edalet hebe, bila pêk bînin."    Endama YPS-JIN'ê Zehra Orûç (Tamara Şîlan Sîpan), di adara 2016'an de, di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê ya Amedê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata wê, piştî ku pê dihese jiyana xwe ji dest daye, ji bo teşxîskirina cenaze, xwînê dide Saziya Tiba Edlî (ATK). Lê piştî ku malbat tu encamê ji ATK'ê nagire, serî li rêyine din dide. Lê Daîreya Îhtîsasê ya Biyolojiyê ya ATK'a Stenbolê, di 18'ê Tebaxa 2017'an de nivîsekê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re dişîne û tê de derpêş dike ku nimûmeya xwînê ya ku dayik Bezo Orûç şandiye ji wan re nehatiye.    Piştî vê Orûç di sala 2017, 2018 û 2021'ê de cardin serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê û Midûriyeta Polîsan a Amedê dide. Dozgerî diyar dike ku berê xwîn ji dayik Orûçê hatiye girtin û ne hewce ye careke din jê bê girtin û dibêje ku lê hê encama nimûneya xwînê nehatiye û malbatê destvala dişîne.    Bezo Orûç diyar kir ku 6 sal di ser mirina keça wê re derbas bûne lê hê jî cenazeyê wê wernegirtine û wiha got: "Ez çûm emniyetê, polîsan ez 8 saetan min dan ber lêpirsînê. Di sala 2017'an de ez çûm dozgeriyê, dozger got 'herin emniyetê.' Ez çûm emniyetê gotin, 'nimûneya xwîna we li cem me heye. Lê daxwaznameya we ya serlêdanê winda ye. Herin dozgeriyê serlêdanê bikin.'"    NIMÛNE JI ATK'Ê RE NEHATINE ŞANDIN   Orûçê da zanîn ku piştî ku serî li dozgeriyê daye cardin çûye midûriyeta polîsan û ev tişt gotin: "Du roj bi şûn de ez cardin çûm emniyetê. Ji min re gotin, 'We ji bo Licê serlêdan kiriye. Herin, dozgeriyê ji bo Sûrê serlêdanê bikin.' Em çûn, lê vê carê me dozger nedît. Me daxwaznameya ku ji bo Sûrê çêkir da katibê dozger. 15 rojan li ser hev emniyetê got dozgerî, dozgeriyê got emniyet. Paşê parêzerê me telefonî ATK'ê kir. ATK'ê got nimûneya xwînê nehatiye. Yanî emniyetê nimûne neşandine. Di sala 2018 û 2021'ê de me cardin hem serî li dozgeriyê hem jî li emniyetê da, lê dîsa tiştek jê derneket."   'BILA CENAZEYÊ ME BIDIN'   Orûç diyar kir ku 6 sal in li cenazeyê keça xwe digere û wiha got: "Bila keça me bidin. Bila cenazeyan ji goristana bêkesan derxin û bidin malbatên wan. Ez cenazeyê keça xwe dixwazim. Eger edalet hebe, bila pêk bînin. 6 sal in xew bi çavê me nakeve. Bila cenazeyê me û yên malbatên din bidin. Dibêjin 'edalet', nexwe bila pêk bînin."