Şahida Komkujiya Dêrsimê Gulîzar Halîs koça dawî kir 2022-12-17 11:07:36   DÊRSIM - Gulîzar Halîs a ku şahida Komkujiya Dêrsimê ye û di dema komkujiyê de tê sirgûnkirin, jiyana xwe ji dest da.    Gulîzar Halîs yek ji wan kesan e ku hem şahida Komkujiya Dêrsimê ye û hem jî wê demê hatiye sirgûnkirin, koça dawî kir. Gulîzar Halîs ku wek Gulîzara Hesen Axa tê nasîn li gundê Pakîre yê bi ser navçeya Xozata Dêrsimê ve demek dirêj bû bi alîkariya zarokên xwe dihat tedawîkirin. Gulîzara Hesen Axa ji ber nexweş bû koça dawî kir. Gulîzar a ku dayika parlamenterê Dêrsimê yê berê Şerafettîn Halîs û nivîskar Ûmûr Hozatli ye. Wê cenazeyê li gundê Pakîre bê veşartin.   DI ŞEŞ SALIYA XWE DE TÊ MIŞEXTÎKIRIN    Gulîzar a ku ji komkujiyê difilite dema hê 6 salî ye bi malbata xwe re sirgûnî gundê Maciran ê bi ser navçeya Sandikliya Afyonê dibe. 9 salan li wir li sirgûnê dimîne û paşê vedigere gundê xwe. Êdî ew qet ji gundê xwe venaqete û jiyana xwe li wir didomîne û 2 keç û 6 lawan tîne dinyayê.    BAV Û KALÊ WÊ TÊN KUŞTIN    Bavê wê Hesenê Heyder Axa li gundê Axwêran ku xwe veşartiye ji aliyê leşkeran ve tê kuştin. Kalê wê Heyder Axa jî li Girtîgeha Xozatê didin ber guleyan û tê kuştin.