Xwendekaran dibin mîtînga Erdogan 2022-12-17 11:58:16   MÊRDÎN - Ji bo mîtînga serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ji dibistanan xwendekaran dibin qada mîtîngê.    Li Mêrdînê beriya mîtînga ku Serokkokmarê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan di bin navê merasîma “vekirina komî” de organîze bike, xwendekar ji dibistanên bajêr derbasî qada mîtîngê tên kirin.   Şerîdên rêyên ku Erdogan tê re derbas bibe pêr hatin boyaxkirin. Waliyê Mêrdînê û Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mahmût Demîrtaş û qeymeqamên navçeyan ligel AKP’iyan bi karsaz û muxaran re di bin navê “banga mîtîngê” de civîn li dar xist.