Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin: Li malê îşkence kirin 2022-12-17 12:34:50   AMED -  Hate diyarkirin ku li Amedê polîsan bi îdiaya “îxbar” heye di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtine û nêzî 20 kesan binçav kirine. Hate diyarkirin ku di serdegirtinên malan de Îşkence jî hatiye kirin.    Hate diyarkirin ku li Amedê polîsan di saetên serê sibê bi ser gelek malan de girtine û nêzî 20 kesan binçav kirine. Hate hînbûn ku polîsan ji ber cîran îşkenceyê nebînin qula derî bi bandê girtine.    Di serdegirtinan de deriyên malan hatin şikandin û bi saetan li malan lêgerîn hate kirin û hemû tiştên malan hatin belavkirin. Hate diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Amedê.    LI SER MEHFÛRÊ ŞOPA XWÎNÊ    Hate hînbûn ku sînemager Sûphî Orhan ê polîsan di saetên serê sibê bi ser mala wî de girtin bi lêdanê binçavkirine. Li Mûhsîn Acar ê li mala xwe hate binçavkirin jî îşkence hate kirin. Hate diyarkirin ku difina Acar şikestiye û dev û lêvên wî reş û şîn bûne. Di wêneyan de hate dîtin ku xwîna ji pozê Acar hatî, rijiyaye ser mehfûran. Malbata Acar, îşkenceya li Acar hatiye kirin wiha vegot: “Li derî dan, me jî vekir. Çawa ku me derî vekir polîs ketin hundir. Em li erdê dirêj kirin. Dû re Mûhsîn xistin odeyekê em xistin odeyekê. Di wê navberê de dengê Mûhsîn dihat. Difina Mûhsîn şikandibûn. Li ser mehfûran şopa xwînê hebû. Gotin ku derbarê Mûhsîn de biryara binçavkirinê heye û ew birin. Li malê du saetan lêgerîn kirin.”   Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Sînemager Sûphî Orhan, Mazlûm Kardaş, Fermandar Kardaş, Sohbet Yildiz û Mûhsîn Acar.    Ji ber li ser dosyayê biryara sînordarkirinê heye, sedemê binçavkirinê nehate zanîn.