Platforma Jinan a Rihayê: Li dijî îstîsmarkirina zarokan em ê serhildanê bilind bikin 2022-12-17 15:11:53   RIHA - Platforma Jinan a Rihayê bal kişand ser sûcên zayendî yên li cemaet û weqfan li dijî zarokan tên kirin û wiha got: “Em li dijî îstîsmarkirina zarokan dengê serhildana xwe bilind dikin. Em destûr nadin ku zarokên me bibin qurbanê tarîtiyê û faîl neyên cezakirin.”   Damezrînerê Weqfa Hîranûr a girêdayî Cemata Îsamîlaga Yusuf Ziya Gumuşel, keça xwe ya 6 salî H.K.G., bi mirîde xwe Kadîr Îsteklî re da zewicandin û çavê xwe li vê tecawizê girt. Platforma Jinan a Rihayê têkildarî vê bûyerê li Qada Topçû daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamên HDP’ê û CHP’ê jî beşdar bûn. Jinan di daxuyaniyê de pankarta “Em ê zarokên xwe radestî tarîtiyê nekin” vekirin. Endama platformê Selma Ateş di daxuyaniyê de axivî.   ‘DESTHILAT CEMAETAN DIPARÊZE’   Ateş, diyar kir ku tundiya li ser jinan bi destê daraza mêr ve tê meşrûkirin û faîlên tacîz, tecawiz û kujerên jinan nayên cezakirin û wiha got: “Ev ne bûyera yekemîn a îstîsmara li tarikat, cemaet û weqfên ku me bihîstiye ye. Mixabin ev avaniyên weke tarikat, cemaet û weqfan ku xizmetên cemaweriyê ji wan re tên pêşkeşkirin û her ku diçe zêde dibin nayên kontrolkirin. Ev avaniyên ku xizmeta berjewendiyên siyasî dikin, mixabin ji aliyê desthilatdariya siyasî ve tên parastin.”   ‘EM Ê SERHILDANA LI DIJÎ ÎSTÎSMARKIRINA ZAROKAN BILIND BIKIN’   Ateş ji bo daneyên îstîsmarkirina zarokan ku ji sala 2017’an û vir ve nehatine eşkerekirin, bi raya giştî re bên parvekirin bang kir û got: “Divê berpirsyarbûyîna dewletê bi cih were anîn, tu dozeke îstîsmarê neyê veşartin, bê ceza neyê hiştin û nixumandin. Zarokên me nikarin radestî van avaniyên ku ji hêla tu avaniyê ve nayên çavdêrîkirin û tiştên ku dikin nayên zanîn bên kirin. Ji bo her cure tacîz û tecawîzê tu hincet nikare were bikaranîn. Em ê destûrê nedin ku serpêhatiyên keçeke ku ji şeş saliya xwe ve bi rengekî sîstematîk rastî tundiya zayendî hatiye, bê nixumandin. Em dengê serhildana xwe ya li dijî îstîsmarkirina zarokan bilind dikin. Em ê nehêlin ku zarokên me bibin qurbanê tarîtiyê û faîl neyên cezakirin.”      Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.