HDP'ê panela 'Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet' li dar xist 2022-12-17 16:50:46   MÊRSÎN - Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê, di panela bi navê “Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet” hat lidarxistin de bal kişand ser girîngiya edaletê ya di olî de.    Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê li Navenda Kongre û Pêşangehê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê panela bi navê “Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet” li dar xist. Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, Prof. Dr Nûrettîn Tûrgay, Dîba Keskîn û Yakûp Emrah weke axivîner beşdarî panelê bûn.    Hevserokê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, Parlamenterê HDP’ê Ridvan Tûran, Hevserokên HDP’ê yên Mêrsînê Bedriye Kûş û Hoşyar Sariyildiz, endamên Meclisa HDP’ê, DBP, TJA, mela û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên bajêr wek guhdarvan tev li panele bûn.    Dîba Keskîn a di panelê de axivî, der barê xebatên Maseya Îslamê ya Komîsyona Gelan û Baweriyan de agahî da. Keskîn, bal kişand ser cihê jinê yê di nava Îslamê de û bi gotina “Nasnameya jinê nikare ji nedîtinê ve bê” destnîşan kir ku jin û mêr wekhev in.   ‘XWEDÊ DIBÊJE HEM JI BO AXRETÊ HEM JÎ JI BO CÎHANÊ BIXEBITIN’   Prof. Dr. Nûrettîn Tûrgay jî fikrên xwe yên derbarê mijara ked û aştiya di îslamê de vegotin. Tûrgay, diyar kir ku hemû pêxemberên hatine ser dinê ji bo maf, ked û aştî hatine û têkoşiyane. Turgay, bal kişand ser nirx û keda di olê de û wiha got: “Ol fermanê dide ku herkes hurmetê nîşanî ked, maf û qanûnê bide û wan biparêzin. Dinya ji bo axretê navgîn e. Yên ji bo cîhanê nexebitin nikarin ji bo axretê bixebitin. Ji dema ku kurd bûne misilman, şêx û îmam ji kurdan re dibêjin 'ji axretê re bixebitin, ne ji bo cîhanê'. Bi vî rengî kirin ku kurd xizan bibin. Divê em hem ji bo axretê û hem jî ji bo cîhanê bixebitin.” Turgay, qala îstîsmarkirina zarokan kir û got: “Cihê vê yekê ne di ol ne jî di îslamê de heye. Kesê ku bi zaroka 6 salî re zewiciye xerifiye.”   ‘DI NAVA ŞERMÊ DE’     Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû jî mijarên edalet û hiqûqa di îslamê de nirxandin.    Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.