Têkildarî cenazeyên li Kîlyosê bang li malbatan hat kirin 2022-12-17 18:38:47   STENBOL - Malbatên ku ji bo cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û li Kîlyosê di bin peyarêyê de hatin veşartin ji bo DNA'yê gazî malbatan kirin, doza cenazeyan kirin.    Di 19'ê Kanûna 2017'an de li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê Goristana Xerzanê hatibû xerakirin û cenazeyên HPG'iyan ên di Goristanê de hatibûn derxistin. ANYAKAYDER'ê di salvegera derxistian cenazeyan de li avahiya komeleyê daxuyaniyek da. Malbatên ku cenazeyên zarokên wan ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û li Goristana Bêkesan a Kîlyosê di bin peyarêyê de hatin veşartin, xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin, Parlementera HDP'ê Zuleyha Gulum, nûnerên Komeleya Lêkolînên Kurdî û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn.    Di civînê de ewilî Şeyhmûs Tekîn axivî. Tekîn da zanîn ku kurê wî di sala 1991'ê de tevlî PKK'ê bûye û nizane bê ka sax e yan miriye, lê belê çûye BEdlîsê û xwîn daye û piştî vê Goristana Xerzanê hatiye xerakirin. Tekîn diyar kir ku ew ji bo hestiyên zarokên xwe têdikoşin û got ku lê piştî goristan hatiye xerakirin cenaze tevlihev bûne û hin cenaze jî winda ne.    BANGAWAZÎ   Tekîn bal kişand ser têkoşîna ji bo cenazeyan û xwets ku cenaze ji Kîlyosê bên derxistin. Her wiha Tekîn ji bo testa DNA'yê bang li malbatan kir.    ‘HEYA SAX BIM EZ Ê DOZA HESTIYÊN KURÊ XWE BIKIM'   Paşê Arîfe Yalvaç, dayika Nejat Yalvaç (MazlûM Ciwan) ku di sala 2003'yan de jiyana xwe ji dest daye, da zanîn ku ji bo hestiyên Ciwan ibîne xwîn daye, lê tiştek bi dest wê neketiye. Yalvaçê got ku heya sax be dê doza hestiyên kurê xwe bike.    Parlementera HDP'ê Zuleyha Gulumê jî anî ziman ku serlêdanên lI AYM û DMME'yê hatine kirin jî bêencam mane. Gulumê bilêv kir ku pêkanînên li hemberî gelê kurd hiqûqa dijminatiyê jî derbas kirine û got ku ji lew re di hiqûqa dijminatiyê dde mafê definkirina cenazeyan heye. Gulumê destnîşan kir ku meseleya kurdî dê bi awayekî demokratîk çareser bibe û xwest ku demildest dest ji polîtîkayên şerî bê berdan.    Hevseroka ANKAYDER'ê Evîn Gençê jî bilêv kir ku cenazeyên ku ji Xerzanê hatine derxistin û li Kîlyosê hatine veşartin li gorî usûlê nehatine derxistin û got ku gor bi kemçeyan hatine vekirin û rastgele ew xisine kîsan. GEnçê di berdewama axaftina xwe de bibîr xist ku ji malbatan yek jê ji bo cenazeyê xwe wergire diçe Kîlyosê dibîne ku cenaze ne di goridtanê de di bin peyareyê de hatine veşartin û wiha got: "Cenazeyên ku di hundirê qutiyan de di bin peyareyê de hatine veşartin yek jê jî li gorî usûlan nehatiye definkirin."    Gençê got ku giliyên wan ên di vî warî de jî bêencam mane.