Di êrişa li Girê Spiyê de yek jê zarok 3 kes jiyana xwe ji dest dan 2022-12-17 19:57:59   NAVENDA NÛÇEYAN – Tirkiyeyê bi SÎHA'yan êriş bir ser gundê Reqasê yê Girê Spî. Di êrişê de yek jê zarok 3 kes jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.    Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 20'ê Mijdarê ve didomin. Tirkiyeyê îro êriş bir ser gundê Şêex Elî û Gozeliyê yên Til Temirê, gundê Meyasê yê Şêrawayê û gundê Reqasê yê Girê Spiyê. Di êrişan de ku bi Amûrên Hewayê yên Bêmirov ên Çekdar (SÎHA) de hatin kirin, li gundê Reqasê yek jê zarok (Wesy Mihemed Weysê 12 salî) 3 kes jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.   Kesê birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Reqayê.