Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bang li raya giştî kir 2022-12-18 09:01:01   ÎZMÎR - Girtî Azîz Alsûn ku di Girtîgeha Îzmîrê ya Hejmara 2'yan a Tîpa F'yê de ye, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û bang li raya giştî kir.    Girtî Azîz Alsûn ku di Girtîgeha  Hejmar 2 ya Tîpa F a Îzmîrê de ye, bi nameyekê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Alsûn di nameya xwe de diyar kiriye ku li girtîgehê binpêkirina mafan û êriş zêde bûne û gotiye ku ev êriş bi awayekî kêfî tên kirin.    Alsûn di nameya xwe de diyar kiriye ku astengiyên li ber kovar û pirtûkan didomin û wiha gotiye: "Hê jî em nikarin ji 20 pirtûkî zêdetir wergirin. Pirtûkên tên jî ancax piştî du mehan didin me. Hin pirtûk jî çendî der barê wan de biryareke dadgehê tune ye jî bi hinceta ku qedexe ne nayên dayîn. Her wiha kovarên ku malbatên me dişînin jî bi hincetine dijî hiqûqê û dûrî aqilan nayên dayîn. Bi giştînameya Wezareta Dadê mafê me yê sohbetê mehê 40 saet e, lê tenê 2 saetan destûr tê dayîn. Wekî henekên xwe bikin, hevalên me yên muebeda girankirî li wan hatiye birîn bi tecrîda li ser tecrîdê tên îzolekirin. Bi tena serê xwe dimînin, lê îdareya girtîgehê qîma xwe bi vê jî nayne, mafê wan ê hewadriyê daxistiye saetekê. 23 saetan ne asîmanan dibînin ne jî dengê kesekî dibihîsin. Em rojê tenê çend caran avê dikelînin, lê fatûreya ceryanê di ser 200 lîreyî re tê. Ev şêlandin e. Wekî gelê me yê xizan ê li derve 3-4 qatan ji me jî distînin."    ‘EM MECBÛR IN LI BER XWE BIDIN'   Alsûn ragihandiye ku têkildarî van binpêkirinên mafan name ji rewşenbîr, rojname, saziyên çapemeniyê, saziyên demokratîk, rêxistinên mafên mirovan û siyasetmedaran re dişînin lê encameke sînorkirî bidest wan ketiye. Alsûn di nameya xwe de wiha gotiye: "Em van amûrên bi navê 'Tîpa F'yê ku armanca wan di warê fizîkî û fikrî de hêdî hêdî mirovan bikujin, qebûl nakin. Em tu êrişên li hemberî fikra xwe û bedena xwe qebûl nakin. Ji be rku me doza edalet, azadî û mafan kiriye bi dehan salan ceza li me birîne. Serdest qîma xw ebi vê jî naynin. Hewl didin mafên me yên herî bingehîn jî ji holê rakin. Ji bo em pirtûk û kovaran bixwînin, sohbetê bi hevalên xwe re bikin, kincên ku malbatên me dişînin wergirin, asîmanan û rojê bibînin em mecbûr in li ber xwe bidin. Lewma em dixwazin hûn jî li dijî xan binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rabin û deng derxînin. Em dixwazin bêyî astengî mafên xwe bi kar bînin. Em dixwazin hûn jî di vî warî de pişta me bigirin. Axaftinek be, nûçeyek be an jî parvekirineke li ser medyaya civakî bê teqez dê beranberiyeke wê çêbibe. Wekî tê zanîn di sala 2022'yan de hevalên me Sîbel, Gokhan û Îlerî ji bo mafên xwe bedena xwe dan ber birçîbûnê. Piştî bi sedan rojan ji mirinê filitîn. Her ku bêdengî û guhnedêrî zêde dibe, bedêla ku em ji bo mafên xwe bidin jî zêde dibe. Em li bendê ne ku hûn xwedî li van daxwazên me derkevin."